Ji aliyê din ve fermandarekî pêşmergeyan li Sadiye bi navê Loqman Alî Mahmûd jî wiha got: “Li Sadiye ti tevgereke wan nîne, em bawer dikin ku ti hêza wan nemaye.
Di milekî de pêşmerge di milê dîtir de hêzên Iraqê ew dorpêç kirine. Tê gotin ku destê Kerewiyan di şehadeta 160 pêşmergeyan de heye. Eşîra Kerewî, ji eşîrên herî mezin a di Celawla û Sadiyê de ye. Di nava çend rojan de du ref guhertin. Piştî dorpêçê eşîra Kerewî ya ku çek hilgirtbûn û li dijî pêşmergeyan şer dikir, tengezariyên mezin jiyan û vîna wan şikest, xwe avêtin ber bextê pêşmergeyan da ku çeteyan ji navçeya xwe derxin. Lê belê pêşmergeyan ev xwesteka wan nepejirandin. Sedema vê yekê fermandarên pêşmergeyan Salih û Faîq Mihemed wiha anîn ziman: “Di destpêkê de li rex çeteyan li hember me şer kirin. Destê wan di şehadeta 160 pêşmergeyên me de heye. Wan tu carî Kurd ji bo xwe wek bira qebûl nekirin, îro piştî me hêza wan lewaz kir tên xwe davêjin bextê me. Kerewiyan piştî vê xwe avêtin bextê artêşa Iraqê û ji wan xwestine ku ew bên, lê pêşmerge neyên navçeyê. Di nava çend rojan de ewqas ref nayên guhertin.”
Bêbextiya eşêrên Ereb
Kerewî di sala 1974’an de di çarçoveya polîtîkaya Erebkirinê de ji aliyê Saddam ve li Xaneqîn hatibûn bicihkirin. Ev eşîr bi mezheba sunnî û nîjadperestiya xwe ji aliyê Kurdên vê herêmê ve tên naskirin. Piştî raperîna Kurdên Başûrê Kurdistan û bi taybet piştî hilweşîna pergala Saddam, Kerewî ji Xaneqîn berê xwe dan Celawla û Sadiye û li wir bi cîh bûn. Li Celawla û Sadiye eşîra herî mezin e. Fermandarên di cephê de cih digirin rewşa wan wiha bi lêv kirin: “Vê gavê di navbera Kerewî û çeteyan de gelek alozî hene, her du mutefîqên duh îro bi hev ketine, li gor agahiyên me girtine, çeteyan nêzî 60 kes ji wan kuştine. Herî dawî li ser pirsa, “Hûnê çi dem êrîşî ser her du navceyan bikin û wan ji çeteyan paqij bikin”, pêşmergeyan ti agahî nedan û gotin, “Ew bi bîryara rayedarên me yên asta bilind ve girêdayiye, çi dem bîryar bidin em amade ne.”
GÎVARA AZAD/EVÎNDAR CÛDÎ /KERKÛK/ANF