Di çerçoveya Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê de li derdora bajarê Tebqa şerekî dijwar didome. Şervanên QSD’ê dorpêça tebqayê teng dikin. Komên çete yên di dorpêçe de mane bi wesayitên bombebarkirî hewl didin rê ji xwe re vekin lê bi ser nakevin.  Şerê di navbera gundên Safsafah û Tebqayê bi hemû tundiya xwe didome. Ji eniya şer hate ragihandin ku her diçe dorpêça şervanên QSD’ê tengtir dibe û ji doh piştî nîvroyê ve şerekî dijwar li dar e.  Çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji bo dorpêçê bişkînin bi çekên giran êrîş dikin, welatiyên sivîl weke mertalên zindî bikar tînin.

Sivîlên ku ji herêmê hewl didin birevin ji aliyê çeteyan ve tên qetilkirin.

Li nêzî Tabqayê li gundê Safsafaha Başûr çeteyan xwestin bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin. Beriya ku wesayît bigihêje hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin. Doh saet di 11.20’an de çeteyan hewl dan ku bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin. Lê beriya ku wesayît bigihêje hedefa xwe, ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin.

Di şerê li herêmê de bi dehan çete hatin kuştin û 4 cenazeyên çeteyan kete destê şervanan.


Rojnamevan li Tebqa birîndar bûn

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan Dihaber Nazim Daştan û endamê ragihandina QSD’ê Mezlûm Dogan dema operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa li gundê Safsafah ji nêzî ve dişopandin bi sivikî birîndar bûn. Hate zanîn her du rojnamevan li ser piyan hatine dermankirin û rewşa wan baş e.


7 şervan şehîd ketin

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di demên cûda yên di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Navendê diyar kir, Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin, bênavber dewam dike û destnîşan kir, ku piştî dorgirtina Reqayê ji sê aliyan ve, baskê sêyemîn ê operasyonê dest bi pêngava rizgarkirina Tebqa û bendava Firatê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên QSD’ê di demeke kurt de ber bi bajarê Tebqayê ve bi pêş ve çûn û şervanan bi hezaran sivÎl, tevî bi dehan gundan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.


Ji bo rizgarkirina sivîlan xwe feda kirin

Navenda Ragihandinê da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo pêşî li pêşveçûna hêzên wan bigire, maşînên bombeyî bi kar tînin, mayînan diçînin û gelê sivîl weke mertalên zindî bi kar tînin. YPG’ê da zanîn, çeteyên DAIŞ’ê roja 1’ê Nîsana 2017’an ji sê aliyan ve bi rengekî berfireh êrîşî şervanên Pêngava Xezeba Firatê kirin û wiha dewam kir: “Şervanên me piştî şerekî demdirêj û dijwar, êrîşên çeteyan têkbirin. Di têkbirina êrîşên çeteyan de 7 hevalên me piştî berxwedaneke bêhempa şehîde bûn. Heft hevalên me, ji bo sivîlên ku çeteyan ji xwe re kiribûn mertal rizgar bikin, canê xwe feda kirin.“

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 7 şehîdan wiha ye: Xidir Silêman (Elî Hesekê), Amar Elî (Yilmaz Hesekê), Elî Mihemed (Kadoz Qamişlo), Mihemed Yusif Mehmûd
(Şêro Qamişlo), Hisên Casim (Alan Hesekê), Idrîs Biro (Med Rojava) û Omer Xelef (Şervan Hesekê) 


REQA