Ev 3 roj li ser ragihandina vê insyatîvê derbas bûn. Rejîma Şamê di van 3 rojan de bi qasî 60 sivîl kuştin. Xwepêşandêran diyar kirin ku heta ev „muhlet“ a yekîtiya ereban bi dawî bibe, dê Esad zêdeyî 500 kesên din ji holê rake!.
Bê guman weha xuyaye ku dewletên kendavê yên girêdayî DYA biryara rûxandina rejîma Esad dane. Ev yek di xîtaba Al-Jazzire tv û Al-Arabiya tv de duxuye. Ev welat Sûriyeye bi Iranê ve girêdidin û rûxandina Esad wek “bêhêzkirina Tehranê” dinasin. Ji ber hindê gava nû ya bête, dê xwestina mudaxeleyek eskerî li dijî rejîmê be. Dewletên Qeter, Saûdî Arabistan û Imarat dê ji Yekîtiya Ereban bixwazin lempa kesik ji NATO û DYA re vêxe û mîna çawa ku li Lîbiyayê rû da, li Sûriyeye doza çalakiyên eskerî bikin, da ku “gel ji qirkirinê” biparêzin. Ji ber vê yekê “Meclisa Niştimanî a Sûriyeye” ku nêzî van welatan û Tirkiyeye diyar kir ku eger rewş bi vî şêweyî berdewam bike, ewên “ji bo parastina sivîlan” doza mudaxeleyek eskerî bikin!
Dibe ku di rojên pêş de biryarek ji aliyê Yekîtiya Ereban derbikeve ku ji bo Sûriyeye heman sînaryoyê Lîbiyayê pêşinyar bike. Ev biryar dê mudaxeleya NATO rewa bike. Jixwe “Meclisa Niştimanî a Sûriyeye) ku li Stenbolê saz bûbû, yekser vê gavê pîroz dike û bi “meşrûyetê” demix dike.
Rejîma Esad jî êrîşên xwe li himberî xwepêşandanan berdewam dike. Li gorî Esad ew hemû “grûpên çekdar in û divê bêtin têkbirin”. Gelek serfermandarên sunnî ji artêşê vediqetin. Heta niha bi hezaran esker û serfermandar veqetyane û “Artêşa Sûriyeye ya Azad” damezrandine û li dijî artêşa Esad çalakiyên bersevdayînê lidardixin. Li vir divê were gotin ku di nava artêşa Sûriyeye de herî kêm 8000 serfermandar ji welayetên Humis, Derra û Dêr elzorê hene. Ev serfermandar hewl didin serî li himberî serfermandarên elewî hildin û gel biparêzin. Niha serfermandarê vê “Artêşa Sûriyeye ya Azad” General Riyad Al-Asassd li Tirkiyê ye. Beriya demekê derket ser ekranên BBC- Arabic û pesnê AKP’ê û Erdogan da!.
Dewleta tirk hewl dide li Rojavayê Kurdistanê heremek Tampon çêkin û ji bo vê artêşê bikin bingeha çalakiyên eskerî li himberî artêşa Esad. Ev yek ji bo Tirkiyê 2 armancan pêk tîne, yekemîn: bingeha artêşek û rejîmek nû ya girêdayî Enqerê ava dike. Duyemîn: heremên kurdan tevlihev dike û rê li ber ilankirina “Xweseriya Demokratîk” digre.
Di van rojan de grûpên kurd û ereb yên muxalefeta Sûriyeye yên girêdayî Tirkiyê kampaniyek reşkirinê li himberî Tevgera Azadiya Kurdistanê û PYD dimeşînin. Ew vê tevgerê bi têkiliyên bi rejîma Esad re tewanbar dikin. Dibêjin PYD li himberî “serhildana gelê Sûriyeye” bi Esad re li hevkiriye û li gel wî dixebite!. Armanca van gotinana reşkirina PYD û xerabkirina amaja wê di nava gelê Sûriyeye de ye.
Hin aliyên kurd yên ku pere û polan ji AKP’ê digrin vê iftîrayê gur dikin. Ew êrîşa ku HPGê li himberî artêşa tirk li Çelê lidarxist şermezar kirin. Ger ew êrîş bi rejîma Esad ve girêdan, ger jî bi Israîlê!. Bi her hal armanc ew bû ku Tevgera Azadiyê bînin himberî gelê Sûriyeye û rûyê AKP’ê û Erdogan geş bikin.
AKP û istixbaratên xwe li Rojavayê Kurdistanê xebatê li dijî PYD dimeşînin. Hin kes kirîne û bi xwe ve girêdane. Li gorî hin agahiyan dibe ku destê wan di bûyera kuştina siyasetmedarê kurd yê navdar Mişel Temo de hebe. Tirkiye dixwaze heremên kurdan tevlihev bike û nakokiyan li himberî yekîtiya xîtaba hêzên siyasî yên kurd peyda bike. Ji ber hindê hin grûp hatine finanse kirin çek ji bo wan hatiye dewirkirin ku tenê li himberî PYD bixebitin, rê li ber rakirina al û simbolên kurdan bigrin û tenê ala Sûriyeye bilind bikin. Jixwe beriya demekê li Qamişlo hinek kesan ala Tirkiye jî bilind kirin.
Li himberî siyaseta AKP’ê û Erdogan pêwîstî bi yekîtiya kurdan heye. Divê partiyên kurd û grûpên ciwanan yên welatparêz yekîtiyek hêzdar ava bikin û li ser nirxên gelê kurd li hev bikin. Her weha divê kurd helwesta xwe ya li dijî siyaseta rejîma Esad zêdetir eşkere û zelal bikin û hemû şêweyên qaşo “reforman” ji aliye vê rejîmê red bikin. Ev rejîm ji aliyê gelê Sûriyeye ve, piştî ewqas kuştin nema tê qebûlkirin. Ji aliyê ereban û civaka navnetewî jî nema tê qebûlkirin. Her weha divê ji hemû hêzên muxalefeta ereb re were eşkere kirin ku kurd qet rejîmek alternatîva Esad ku girêdayî AKP’ê be, qebûl nakin û dê li dij derkevin.
Ji ber hindê daxuyaniya Alî Sadiraldîn El-Beyanûnî ku yek ji berpirsê rêxistina Birayên Misilman e, ya li dijî kurdan ku PKK mîna “terorîst” bi nav kir, divê ji aliyê hemû hêzên kurd yên welatparêz ve were şermezar kirin. Divê kurd qebûl nekin ku tu hêzên kurdistanî bibin armanca muxalefeta Sûriyeye, wek çawa ku ev muxalefet bi xwe jî qebûl nake ku tevgera “Hemas” a filistînê wek “terorîst” were bi nav kirin.
Hêza berxwedanê ya gelê kurd dikare komploya Tirkiye û dûvikên wê vala derbixe...