MURAT MANG / BIELEFELD

“Ez yek ji wan kesan im, çûme Kurdistanê. Min dît li wir mirov çawa ne di rewşeke ewle de ne û di bin zorê de ne. Di rewşeke welê de mîna qet tiştek naqewime û ez naçim xwe li ber behrê dirêj nakim. Ez tiştekî wisa nafikirim.” Xwediyê van gotinan, dosta Kurdan û xelkên bindest ên Tirkiyê Barbara Schmit a Elman e.

Schmit 14 salan bi awayekî çalak di nava partiya çep Die Linke de siyaset kir. Li Bielefeldê dosta Kurdan û saziyên wan bû. Schmit a her li cem Kurdan bû, di salên 70î de jî piştgiriya şoreşên Kuba û Şilî bû. Schmit di nava Die Linke de gelek wezîfe girtin. 2014an di hilbijartina li Bielefeldê de ji bo bibe şaredar namzet bû. 2017an jî ji bo parlementa NRW namzet hatibû nîşandan.

Schmit a 65 salî 7ʼê Adarê bi nexweşiyekê ket û jiyana xwe ji dest da. Wefata wê dostên wê jî xemgîn kir. Merasîma cenaze ya Barbara Schmidt wê 16ê Adarê Duşemê saet li 11an li goristana Sennestadt a Bielefeldê (Neue Kapelle) pêk bê.

Di pêvajoya êrişên DAIŞê li ser Rojava, Kobanê û Şengalê, û di serdegirtina polîsan a Komeleya Kurd a Bielefeldê de li cem gelê Kurd cih girt. Barbara Schmitdt civaknas û dîroknas bû.

Hevserokê Kon-Medê Tahir Koçer ji bo wê got; me dostek xwe ya rojên teng ji dest da.

Hevseroka berê ya Nav-Dem a Bielefeldê Naif Xerabî jî got, ew her tim li cem me bû.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bielefeldê Sînan Ozkaya jî got, em ê ti carî piştgiriya wê ya maddî û manewî ji bîr nekin.