Karmendê şaredariya qezaya Seyîdsadq a Silêmaniyê Mihemed Mistefa got kesek xwe ji krîza niha li Başûrê Kurdistanê heye berpirsyar nabîne û wiha axivî: “Li Herêma Kurdistanê kesekê agahî li kesî nîne, ji ber ku ev 5 meh in karmendan mûçe wernegirtine, kesek nîne xwe bike berpirsê rewşa niha li Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê bi neçarî me dest bi boykotê kirine û ew demeke em naçin ser kar. Heya mûçeyên me neyên dayîn wê boykota me bidome."
Piraniya ji doktoran naçin ser kar
Berpirsê Ragihandina Nexweşxaneya Giştî ya Şehîdên Pêncwên Luqman Letîf jî diyar kir ku ji ber ku karmend û doxtor mûçeyên xwe nagirin û piraniya doxtorên nexweşxaneyê Giştî a Şehîdên Pêwcwên naçin ser kar û des bi grevê kirine.
Hate ragihandin ku boykota karmendên qezaya Şarerûz ya Helebce, dadgeha Seyîdsadiq û Rêveberiya Perwerdeya Şarezûr û Seyîdsadiq wê bidomin.
SEYÎDSADIQ