BESIL REŞÎD / ANHA/ HESEKÊ
Li bajarê Serêkaniyê, doxtorê nexweşiyên zarokan doxtor Hîlal El-Xidir hewl dide alîkariya kesên xizan bike.Doxtor Hîlal El-Xidir li kilînka xwe alîkariya welatiyan dike û bi nirxekî madî pir kêm li gorî doxtorên din ên herêmê nexweşan derman dike.
Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re li welêt rewşa aborî gelek dijwar bû û nirxê her tîştî buha bû. Lê rewşa li navenda doxtorên zarokan Hîlal El-Xidir hîna mîna xwe ya beriya 25 salan e.
Bi halê xizana dizane
Nexweşê ku diçe kîlînka Dr.Hîlal El-Xidir, tenê 150 lîreyên Sûriyê wek keşfa muayeneyê dide.Nirxa keşfa Doxtorê din niha 2 hezar lîreyên Sûriyê derbas dike.
Dr. El-Xidir hewl dide alîkariya kesên xizan bike. Ji ber ku dizane xizan nikarin 2 hezar lîreyên Sûriyê bidin.
Dr Hîlal El-Xidir di sala 1989`an de ji zanîngeha Helebê derçûye. El-Xidir di nava malbateke bi cotkariyê debara xwe dike de mezin dibe. Di sala 1994`an beşa zarokan xilas dike û dest bi karê xwe dike. Dr. Hîlal ji roja ku kilînk vekiriye heta niha ji bo dermankirinê 150 lîreyên Sûriyê dibe.
Ez rojane 11 saetan dixebitim
Dr. Hîlal El-Xidir li ser mijarê dibêje;”Ez dinava malbatek xizan de mezin bûm.Rewşa Xizantiyê gelek bandor li min kir. Ji ber wê ez hertim bi êşa xizanan û hewcedaran dihesim. Piştî ku ez ji zanîngehê derçûm, min li kilînkeke dest bi kar kir. Min li beramberî her muayenekê 150 lîreyên Sûriyê dibir û heta niha ez wisa dibim ji ber ku rewşa şêniyên bajêr diyar e û gelek xizan hene.Ez rojane 11 saetan dixebitim, ji 50 heya 70 zarokan derman dikim. “