Dozgeriya dewleta Tirk, bi îdîayên “Heqaret li Ataturk” kiriye û “endama rêxistinê” ye, xwest li Hozan Canê bê birrîn.
Welatiya Elmanyayê Hozan Canê ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê bi dildarî ji bo destekê bide HDP´ê çûbû Tirkiyeyê û li Edîrneyê hatibû girtin.
Hozan Canê, (Saîde Înaç) pêr bi rêya SEGBÎS´ê bi beşdarî rûniştina doza li dijî xwe bû. Parêzerên Hozan Canê Mustafa Pekoz, Newroz Akalan û nûnerekî konsolosxaneya Elmanyayê di rûniştinê de amade bûn.
Hozan Canê tohmetbarî red kirin û got, “Ez hunermend im. Heger ez endama rêxistinê bûma, ez ê nehatama Tirkiyeyê. Ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê jî HDP´ê ez vexwendim.”
Dadgeha Tirk biryara dewama girtîbûna Hozan Canê da.
STENBOL