Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, cara 25´an bi tevlîbûna deh hazaran kesî li bajarê Elmanyayê Kolnê hat lidarxistin. Di festîvalê de azadiya Ocalan hate xwestin û hat gotin, sedsala 21’ê wê bibe sala gelê Kurd.  Di festîvalê de hunermend derketin ser dikê, koma folklorê ya TEV-ÇAND’ê bi tîmekî dehan kesan govend pêşkêş kir.


‘Kurd wê bi ser kevin’

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle di festîvalê de got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin dike, berxwedana wî silav kir û wiha peyivî: “Ev festîval bersiveke gelekî mezin e ji bo komkujiyên li dijî çanda Kurdan. Îro têkoşîna li Bakur, Rojava û Rojhilat dikin ku mêhtinger encamê negirin. Gelê me wê divê sedsalê de bibe xwedî statu û azadiya xwe bi dest bixe." 


Divê Kongreya Yekîtiyê kom bibe

Li ser navê KNK’ê, Tahîr Kemalîzade axivî û qala yekîtiya neteweyî ya Kurd kir û got, “Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Îro li Rojhilata Navîn tişt ji nû ve li cihê xwe tîn danîn. Pêwîst e wekî gelê Kurd em jî mafê xwe bistînin. Ji bo wê jî beriya her tiştî pêwîst e yekîtiya me hebe û em bi hevpar têkoşînê bikin. Ji bo wê jî di demeke nêz de pêwîst e Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd kom bibe.”

 

Dewra jinê dîrokê ye

Li ser navê TJK-E Dilşah Osman jî got, “Îro li Ewrûpayê li ser çand û hûnera gelê me polîtîkayeke mezin ên zext û asîmlasyonê hene. Divê em li hemberî kiryarên bi vî awayî rabin. Ji bo vê, aktivîteyên çandî yên li Ewrûpayê girîng in. Bi taybet divê jin li dijî polîtîkayên qirkirinê rabin, divê bi rola xwe ya têkoşîna dîrokî rabin.”

Parlementerê Partiya Çep Andrej Hûnko jî, sînordarkirina têkildarî festîvalê ya ji aliyê dewleta Elman ve rexne kir û got, “Qedexeyên Erdogan hatine Elmanyayê, bi tundî vê rexne dikim.”

Paşê Tehsîn Xidir, Orkestra Ma, Jala, Koma Berxwedan, Koma Dengê Mezopotamayayê derketin ser dikê. Tîma govendê ya gel a TEV ÇAND’ê jî derket ser dikê hunerê xwe pêşkêş kir.

Li aliyê din di dema festîvalê de li ezmanên Kolnê bi balefiran pankarta ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşma “Ji Ocalan Re Azadî” nivîsandî bû, difiriya. 


Muzeya avahiyên Kurdistanî ya Amele Can


Li festîvalê yek ji taybetmediyên îsal ew bû ku hunermendê şanoyê yê Kurd Amele Can model û maketên avahiyên dîrokî ku bûne nîşana herêmên xwe yên ji gelek deverên cihê yên Kurdistanê weke pêşangehekê danî bû. Vê pêşangehê hem gel bal kişand ser xwe û hem jî carinan bû pişt ji wan ên ku westayî û kêliyekê pişta xwe dayî wan avahiyan û berê xwe dayî roja bi dizî jî be xwe dayî derê. Kê dît û kî li ber rûnişt, got, "destê te sax, Xwedê ji te razî be Amele Can".  


KOLN