Yek ji saziyên çapemeniyê yên Tevgera Gorranê têkîldarî sûcên çendîn salan ên Mesûd Barzanî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Dadgeh ketiye kêmahiyên gelekî mezin. Ji ber ku li derveyî fermiyetê tevgeriyaye. Dadgeh, zilma li ser hejaran, piştgiridayîna zilmê, destekkirina karên ne li rê di bin kontrola PDK’ê de dike."
Tevgera Gorran radestkirina vê dosyaya giliyê sûc wek erkê parastina mafê gel bi nav dike û dibêje, "me dosyayek têkîldarî xiyaneta 31’ê Tebaxê, têkîldarî radestkirina Şengala ya çeteyên DAIŞ’ê, teslîmkirina xwişk û birayên Êzîdî, bazirganiya bi çeteyên DAIŞ’ê re, girtina parlamentoya herêma Kurdistanê, bêrêziya li hember meclîsa gel, nedayîna mûçeyan û pêkneanîna jiyana rojane, diziya dewlemendiyên neteweyî, aboriyên neteweyî…; qetilkirina rojnamevanên serbixwe radestî dadgehê kiriye; ji bo van giştî yekser rola Mesûd Barzanî heye."
Hêjayî gotinê ye ku medyaya nêzîkî PDK’e ji hefteya bihurî ve şerekî taybet li hemberî Tevgera Gorran dimeşîne, her weha li dijî van jî Tevgera Gorran di çapemeniya xwe de bersivên hê girantir dide Barzanî û PDK’ê.
Doh Dadgeha Hewlêrê ya ku di bin rêveberiya PDK’ê de ye, der heqê Sekrekterê Giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa de biryara girtinê dabû.
SILÊMANÎ