Roja înê ya hefteya çûyî li Hollandayê ji bo Kurdan gaveke dîrokî hate avêtin. Doza Dêrsimê ya derbarê qirkirina li salên 1937 û 1938’ê hate jiyandin, derket pêşberî raya giştî ya navneteweyî. Komîteya Dijî Komkujiya Dêrsimê ya 37-38 û Komela Jinûve Avakirina Dêrsimê gilî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (Dîwana Dadê ya Laheyê) kirin ku dewleta Tirk ji ber vê yekê were cezakirin û ji Kurdan lêborînê bixwaze. Gilînameya bi navê sed kesî hate dayîn, bi raporekî îfadeyên şahidên zindî ên komkujiya Dêrsimê û gotara sosyolog Îsmaîl Beşîkçî pêk tê.
Ka emê mêzekin; kom bi kom li gundan, li şikeftan, li newal û çiyan, bi teyare û gazên jehrî kuştina bi dehhezaran Kurdên Dêrsimî wê wijdanên Ewropiyan û cîhana rojava bilerizîne an na?
Heta îro pirr caran nûnerên dewleta Tirk jî ev yek îtîraf kirin ku, rêveberiya dewletê ya wê çaxê li Dêrsimê bi dehhezaran Kurd qir kirine. Par Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan jî ji bo Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bixe tengasiyê ev yek bi awayekî pirr sivik û erzan anîbû rojevê. Êş û jana Kurdan dikin malzemeyê polîtîkayên xwe yên pûç. Dema bahsa wê dikin, mîna ku bahsa meseleyên bi hezaran sal berê hatine jiyîn û jibîrkirin, dikin. Kesên ku wan guhdar bike, wê bêje qey Kurd îro azad in û tu pirsgirêkên wan tune ye!..
Wekî ku di gilînameya doza Dêrsimê de hate zimên, polîtîkaya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan nesekiniye. Qirkirin, hên jî bi darê zorê bi înkarkirin û astengkirina nasnameya Kurdî û baweriya Alawîtiyê, bi valakirina hezaran gundan û koçberkirina dehhezaran Kurdan, bi çêkirina bendavan talankirina xwezaya Kurdistanê berdewam e. Hewce nîne ku mirov pirr dûr here; hên salek berê li gundê Roboskiyê 34 ciwanên Kurd mîna ku Kurdên Dêrsimê ji hêla keça Ataturk a pîlot Sabîha Gokçen ve hatin kuştin, bi bombeyên teyaran parçe parçe hatin kirin.
Polîtîkayên dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê yên îro li ser Kurdan, li ser çand û kultura wan û li ser erdê wan têne rêvebirin, ji kîjan hêlê ve were mêzekirin, gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî komkujî ye, jenosîd e!.. Lê beramberî vê yekê heta îro ji tu dewlet an jî saziyên navneteweyî deng derneketiye. Niha belkî hinek kes bipirsin; ewê ji îro şunde dengê Kurdan çawa û çima bibihîsin? Rast e; mirov nikane (nikare) zêde hêviya xwe bi vê yekê re girê bide. Aşkereye, tu xêr ji dewletan nayê û wijdanên wan jî tune ye.
Lê ev hewldan tesîreke pirr biçûk li ser wijdanê însanetiyê çêbike û qirkirina ku dewam dike ji hêla mirovahiyê ve were dîtin, ew jî wê bibe serkeftineke mezin. Di gilînameyê de tê xwestin; divê Tirkiye bi fermî lêborînê ji Kurdan bixwaze û dest ji qirkirinê berde. Divê navê kesên tevlî qirkirina Kurdên Dêrsimê bûne yên mîna ‘Ataturk, Înonû, Alpdogan, Sabîha Gokçen’ û hwd ji ser dibistan, kolan û parkên Dêrsimê werin rakirin û navên gund û bajaran ên Kurdî werin îade kirin. Divê hemû arşîvên dewletê werin vekirin; tirba Seyîd Riza û berxwedêrên Dêrsimê, hejmara kesên hatin kuştin, zarokên sêwî û keçên wenda gişt werin aşkerekirin. Heta ku ev daxwazî pêk neyên tim û tim potansiyela qirkirina Kurdan wê hebe. Ji ber vê yekê jî serlêdana li Dîwana Dadê ya Laheyê karekî pirr girînge û divê heta dawiyê were şopandin...
Hefteya çûyî CHP’ê, partiya ku qirkirina Dêrsimê pêk anîbû, li dijî îadekirina îtîbara rêberê berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza û hevalên wî derket. Îro Dêrsimê du parlamenter temsîl dikin, lê li qederê mêzekin ku her du jî endamê vê partiyê ne! Belkî şopandina doza Dêrsimê dawiya vê trajediyê jî bi xwe re bîne. 75 sal derbas bûye, hên jî Seyîd Riza, CHP’ê û dewleta Tirk ditirsîne. Ev tirs, tirsa ji rastiyê ye! Ji ber ku Seyîd Riza rastiya Kurd a Dêrsimê ye...
Doza Dêrsim 37-38’ê li Laheyê ye