HAMBÛRG: Li Hambûrgê bi armanca lêgerîna edaletê ji bo hersê jinên şoreşger mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de hat xwestin ku kiryarên komkujiyê bên cezakirin û di serî de polîtîkaya Elmanyayê polîtîkayên welatên Ewrûpayê yên li hemberî Kurdan hatin şermezarkirin.
Di axaftinên li çalakiya li taxa Altona de hat gotin, heta berpirsyarên komkujiya Parîsê neyên cezakirin, wê pêşî li pêkhatina komkujiyên nû neyê girtin.
Piştî daxuyaniyê dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Erdogan bombe dike, Merkel destekê dide” û “Şehîd namirin” hatin gotin. Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji bo 12. Festîvala Jinan a Zîlan a di 18’ê Hezîranê de li Dortmûndê were lidarxisitn banga tevlîbûnê hat kirin.
MUNCHEN: Li bajarê Munchenê jî bi heman armancê li ber Konsolosxaneya Fransayê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Komuna Jinên Kurd a Sara ve hat organîzekirin û gelek kes beşdar bûn. Çalakgeran ji hikûmeta Fransayê xwestin kiryarên rastî bên eşkerekirin û darizandin.
Çalakgeran got, “Em ji hikûmeta Fransayê dixwazin bûyerê ronî bike, kujeran derxîne pêşberî dadgeriyê û ceza bike.” Çalakî bi gotina dirûşma “Jin jiyan azadî” qediya.
DUSSELDORF: Ji bo sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê jî çalakiya lêgerîna li edaletê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) organîze kir, dirûşmên bi zimanên “Jin jiyan azadî”, “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Erdogan ê faşîst, Fransa ya hevkar”, “Kujerê jinan Erdogan” hatin gotin. Çalakî piştî xwendina belavokê qediya.
NAVENDA NÛÇEYAN