Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Xwişk û birayê Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo ku roja duşemê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim; birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kir. Serdozgeriya Komarê ya dewleta Tirk careke din miracaeta malbatan red kir. 


STENBOL