Ji bo ku Serokdewletê berê yê Brezîlayayê Lula yê ku bi komploya siyasî hat girtin, were berdan, du miraceat li ber dadgeriyê ne.
Dadgeha Bilind a Brezilyayayê ji ber du miracaetên ji bo berdana serokdewletê berê Luiz Inacio Lula da Silva li Brezîlyayê mijûl e.
Miracaet li ser wê yekê ye ku Lula yan bê berdan yan jî di hepsa malê de be.
Endamê Partiya Karker (PT) Lula ji 2003 ta 2010’an serokdewletê Brezîlyayê bû. Di hilbijartina par de jî favorî bû. Lê beriya hilbijartinê bi gendeliyê hat tohmetbarkirin û 8 sal û 10 meh ceza lê hat birrîn. Bi vî rengî rastgirê radîkal Jair Bolsonara di hilbijatinê de bi ser ket.
Lê di The Intercept Brasîl de derkete holê ku dadgerê ku Lula dadgeh kir, Sergio Moro û rayedarên dozgeriyê bi hev re di nav danûstandinê de bûn. Moro piştre di nav hikûmeta rastgirê radîkal serokdewlet Jair Bolsonaro de, cih girtibû.
RIO DE JANEIRO