Sevag Şahîn Balikçi dema ku li Qereqola Cendermeyan a Hezoya Êlihê li Qereqola Cendurmeya Gumuşorguyê da leşkerî dikir hat kuştin. Hat îdiakirin ku Balikçi ji hêla hevalê xwe Kivanç Agaoglu ve hatiye kuştin. Doza kuştina leşkerê Ermenî Balikçi li 2’yemin a Dadgeha Leşkerî ya Amedê hat dîtin. Beriya ku rûniştina dozê destpê bike endamê Meclisa KCD’ê Garo Paylan, ÎHD’a Amedê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Însiyatîfa Nor Zartonk û Meclisa Aştiyê û nûnerên Hebûn LGBT û Parlamentera Amedê Nûrsel Aydogan, bo doza Balikçi li balafirgeha leşkerî ya Amedê daxuyanî dan. Serokê ÎHD’a Amedê Recî Bîlîcî diyar kir ku li Tirkiyê xwendekar, rojnameger, akademîsyen, şoreşger û siyasetmedar ji ber fikra xwe tên darizandin û wiha got: “Sevag Şahîn Balikçi ji bo fikra xwe hate kuştin. Ew kesê ku Balikçi qetil kirine di rûniştina 1'emîn de serbest hatin berdan. Ev jî nîşan dide ku wê li vir darizandineke bi dadî pêk neyê.”
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî bal kişand ser kuştina leşkeran û wiha berdewam kir: "Di meha dawîyê de 5 leşker hatine kuştin. Çawa mirina Balikçi bişik be, mirina van kesan jî bişik e. Li Tirkiyê kuştinên bi vî rengî bi taybetî pek tên, em vê helwestê şermezar dikin."
DÎHA/AMED