Dr. Miley: Em li aliyekî zext û zilma xirab a dewletê û makîneya şerî dibînin, li aliyê din jî mirovên ku li dijî tîraniya neo-lîberal têdikoşin ku fêm dikin doza Ocalan, doza wan e jî.

 

LUQMAN GULDIVÊ

Dr. Thomas Jeffrey Miley li zanîngeha Cambridgeê li Beşa Civaknasiyê dersdar e û di Heyeta Navneteweyî ya Îmraliyê de cihê xwe digire. Li ser girîngiya Azadiya Ocalan ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê em pê re peyivîn û bi rasthatineke cihê kêfxweşiyê jî hisiyan. Dema ku ew li paytexta Kenyayê Naîrobiyê ye, rastî rêxistinekê tê ku doza edaleta civakî dike û haya wê ji Ocalan heye. Di beşa îro ya vê hevpeyvînê de Dr. Miley behsa wê hizra “doza Ocalan doza min e” a ku li cem çepgir û têkoşerên sendîkayî peyde bûye dike û dibêje ev jî sedem e ku hêvî hebe. Dr. Miley, ji ber ku Ocalan vê hêviyê ava û sembolîze dike, difikire ku azadiya Ocalan gelekî muhim e û weke cihê kêfxweşiyê dibîne ku tevgera sendîkayî ya li Meliktiya Yekbûyî û her wiha beşa mezin a Partiya Karker piştgiriya Kampanya Azadî ji Ocalan re dikin. Sibe jî em ê berê xwe bidin hevnaskirina Dr. Miley bi têkoşerên ji bo Edaleta Civakî li paytexta Kenyayê Naîrobiyê.

   

Ocalan êdî sembolek e

Li ser girîngiya Ocalan û azadiya wî ji sînorê Tevgera Rizgariya Kurd û wêde, Dr. Miley dibêje, “Mesele ne şexsê Ocalan e, belê bernameya siyasî û têkoşîna siyasî ye ku ew jê re bûye îlham. Şoreşa Rojava, têkoşîna li Bakur çawa hûn dizanin. Bi ya min ev yekane hêvî ye ji bo vê spîrala dewamî ya kaos, şer û şidetê li Rojhilata Navîn. Û bi awayekî giştîtir jî. Ji ber ku Ocalan fîgureke ku li navenda evqas arîşeyên li Rojhilata Navîn de ye. Bi hizra min herçî sembolîzm e, di asta bişibe ya Nelson Mandela. Ew fîgurek e ku girîtîbûna wî sembolîk e ji bo mirovahiyê. Belê di van şert û mercên yekser de jî wî têkoşîn dewam kir. Nexasim jêhatîbûna wî ya îfadekirina ka xwerêvebirin û diyarkirina çarenûsa xwe ya demokratîk çi ye, pirr girîng e.”

Ocalan kilît e

Elaqedarî vê mijarê jî Dr. Miley îşaret bi pirralîbûna têkoşîna ji bo Azadiya Ocalan li Brîtanyayê kir: “Herçî Brîtanya ye, niha sendîka bi erkekê radibin di meseleya rahiştina doza Azadî ji bo Ocalan, bi ya min gaveke girîng e ji bo hizirînê. Ji ber ku pêvajoyên hiqûqî rê vedikin li ber tepisandinê û li aliyê din ew konsepta şerê li dijî terorê heye ku pê Tevgera Azadiyê ya Kurd dikeve ber taqîba hiqûqî, zext lê dibin, weke rêxistineke terorîst miamele pê re tê kirin. Ew zarokan di bin ber dadgehan ji ber ku alayên PKK hilgirtine. Ango em li aliyekî zext û zilma xirab a dewletê û makîneya şerî dibînin, li aliyê din jî mirovên ku li dijî tîraniya neo-lîberal têdikoşin ku fêm dikin doza Ocalan, doza wan e jî. Bi ya min pirr girîng e ku sendîqe karîn bikevin nav vê mijarê. Ev dikare bi wan re bibe alîkar ku nifşên nû birêxistin bikin, wan bixin nav çalakiya kolektîf li Brîtanyayê. Ev di heman demê de rêyek e ku pê piştgiriya navneteweyî bê avakirin û ji nû ve ew bê sêwirandin. Ev nexasim jî ji ber wê yekê kilîtek e, ji ber ku di destê Ocalan de ew mifteya Modela Demokratîk Konfederal heye. Bi rengekî ji rengan, ev hêviya dawî ya mirovahiyê ye û jixwe, ji bo Rojhilata Navîn jî ev gelekî eşkere ye, ji ber texrîbkariya şeran. Lê bi awayekî giştî felakete ekolojîk jî helwêstên ekolojîk nîşan dide ku divê em li ser bifikirin ka em çawa li dijî Modernîteya Kapîtalîst dikarin têbikoşin. Bi destê xwe û bi rêyên demokratîk tiştan bikin û li dijî dewletê têbikoşin. Bi ya min ji ber vê sedemê Ocalan fîgurekî dîrokî ye, û rastiyek e ku ew her diçe dibe sembolîzmek e ku ji Tevgera Kurd û wêde jî seferber dike. Ev jî sedem e ku hêvî hebe.”

Hikûmeta Meliktiyê nikare zextan zêde bike

Li ser ka gelo vê rewşê li Meliktiya Yekbûyî rê li ber agahdarbûna raya giştî jî vekiriye, yan na, Dr. Thomas Jeffrey Miley tam piştrast nîne: “Meliktiya Yekbûyî bi awayekî bêhtir xeddar tevdigere. Li Meliktiyê rewşek heye ku elaqedar e bi qanûnên qaşo li dijî terorê û bûna PKK´ê li ser lîsteyê; ev rê li ber taqîba edlî vedike. Lê beramberî sembol û çalakiyan xweşbîniyeke giştî hebû. Niha piştî senaryoya Brexitê, Theresa May û Erdogan her diçe bêhtir xwe nêzî hev dikin, û ev jî bi zexta li kolanan xwe dide der. Li belê li aliyê din, beşa mezin a Partiya Karker, û her wiha sendîkayên karkeran jî. Ev jî ji bo wan meseleyê gelekî zehmet dike ku zextan zêde bikin li Kurdan. Xelk êdî dibîne ku ajandaya siyasî ya Tirkiyeyê ye ku bi destê Yekîtiya Ewrûpa û NATO´yê tê cihbicih dike. Bi giştî jî xelkê ku xwe weke çepgir bi cih dike jî dibînin ku doza Ocalan doza wan e jî.”

Stratejiyên ji bo demokrasiyê yên sedsala 21´ê

Gava ku em dipirsin, ka piştgiriya navneteweyî çawa ji nû ve tê sêwirandin, di dema birêxistinkirina vê piştgiriyê de, nexasim jî sendîka ji Tevgera Kurd jî fêrî tiştan dibin. Dr. Miley tavilê îşaret bi wê yekê dike ka çawa Modela Konfederal Demokratîk tesîreke çawa dike li têkoşîna civakî li Meliktiya Yekbûyî: “Têkiliya min heye bi Simon Dubbins re heye ji sendîkaya Unite the Union, ew serokê beşa Piştgiriya Navneteweyî ye di nava sendîkayê. Gelekî elaqeya wî heye, ka diyarkirina çarenûsê ya demokratîk ji dewletê û wêde çi ye. Hizreke wan a demokratîk a yeksertir heye. Û bi ya min di vê globalîzma hevgirtî ya modernîteya kapîtalîst de, ew hem ajandaya şer û hem jî talankirina global a dinyayê dide pêş, ez bawer dikim ev nuqteyeke li ser hizirînê ye ji bo tevgera karkeran jî. Da ku fêr bibin ku têkoşîn ne meseleya di hilbijartinan de bi ser ketinê ye. Gelekî hêviyê dide ku mirovên weke Simon Dubbins di nava tevgera sendîkayî de bi rastî jî angaje dibin bi fikra xwerêveberî û xweseriya demokratîk re, bi rastî ji nû ve li ser bifikirin ka stratejiyên ji bo demokrasiyê û kolektîfkirina hêza siyasî ji bo sedsala 21´ê dikarin çi bin.”