Endamê PJAK’ê û welatparêzê Kurd Kemal Şêx Sadiq (Kemal Pencewînî) roja 13’ê Nîsana 2016’an li navçeya Pencewîn a Silêmanî hatibû revandin û piştre hatibû kuştin. Rûniştina doza Pencewînî li dadgeha li Silêmanî dewam kir. Di dozê de cezayê îdamê li 2 bersûcan hate birîn.

Rûniştina biryardanê saet 10’an dest pê kir û malbata Pencewînî, parêzerên malbatê, endamên Tevgera Azadî, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, parêzerên dildar û gelek welatî tevlî bûn. Welatî, ji ber ku cih di salonê de nema, li ber deriyê edliyeyê sekinîn û posterên Pencewînî rakirin. Piştî rûniştina ku bi qasî 3 saetan dewam kir, heyeta dadgehê cezayê îdamê li kiryar Mesûd Eshed Mecîdî û Sîna Mihemed Emîn Şerîfî birî. Heyeta dadgehê biryara xwe spart benda 2’an a xala 2. a qanûna 3. ku Parlamenta Herêma Kurdistanê têkildarî sûcên terorê sala 2016’an derketibû.


Biryar adilane ye

Parêzerê malbata Pencewînî Sîrwan Ehmed piştî biryarê li pêşiya dadgehê daxuyanî da û diyar kir, ku dosya ewilî weke bûyerek bi tena serê xwe hatiye dîtin, lê piştî îtirazên wan di çarçoveya ‘sûcên terorê’ de hatiye nirxandin.

Hevsera Pencewînî Çinar Xan jî axivî û anî ziman, ku biryarê kêm jî be ber dilê wan xweş kiriye û wiha dewam kir: “Dadgeha Silêmanî îro biryareke adilane da. Hêvîdar im wê di sûcên dijî parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanan de jî dadgeh biryarên bi vî rengî yên wêrek û adilane bidin.” 


 SILÊMANÎ