Em bi ji parêzerên rojnamevanên girtî Ramzan Demîr re derbarê doza çapemeniya Kurd de axivîn.
Ramzan Demîr ku got: “Beriya her tiştê divê em vê bêjin; ev doz êdî bi ser û çavên hikûmetê ve maye” û bal kişand ku rayedarên hikûmetê di vê dozê de biryarê didin. Demîr wiha axivî: “Rayedarên hikûmetê vê dozê diparêzin. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay gotibû ‘di bin kontrola me de pêş dikev’. Ji bo dozên ‘KCK’ê gotibû. Yanî ev doz dê bê vekirin an na, lêpirsîn dê bê destpêkirin an na, alîkarê serokwezîr biryara vê yekê dide.”
Prz. Ramazan Demîr destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi xwe mudaxîlê dozê bûye û got: “Muxatabên darizandinên serbixwe dadgeh in. Lê ev aşkere ye ku doz siyasî ye. Di dosyayê de rexne û tawanbarkirinên li dijî hikûmetê hene. Her kes nerazîbûna xwe li dijî hikûmetê dibêje.”
Bi ya Demîr, zimanê rayedarên hikûmet bandorê li biryarên dadgehê jî dike û got: “Mînak, hîna jî wezîr radibin û dibêjin ‘ne rojnamevan, ew terorîs in’. Bi vî awayî biryara dadgehê didin. Ligel vê jî saziyên navneteweyî dibêjin ku welatê ku herî zêde rojnamevan lê hatine girtin Tirkiye ye. Bi rastî jî heta ev helwesta hikûmetê nerm nebe, mirov nikare pêşketinekê hêvî bike."
'Huqûqa ceza ya dijmin bikar tînin'
Prz. Demîr bi bîr xist ku ev demeke Serokezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan êrîşê rojnamevanên ku wî rexne dikin, dike û got: “hikûmet, bi taybet jî serokwezîr ji muxalîfan hez nake. Qet ji kesên ku gotine li dijî gotina wî dibêje hez nake” û destnîşan kir ku Erdogan li hemberî rojnamevanên muxalîf huqûqa ceza ya dijmin bi kar tîne. Demîr wiha domand: "Huqûqa ceza ya dijmin a ku ji aliyê huqûqnaseke Alman ve hatiya amadekirin heye. Di vê huqûqê de welatî heye û dijminahî heye. Polîtîkaya Erdogan dişibe vê yekê. Em dibînin dozên ‘KCK’ê dikevin kategortiya huqûqa dijmin a hikûmetê. Her wiha mînakên Hopa û dozên KESK’ê jî hene.”
Polîtîkayên hikûmetê teşîr dike
Parêzer Ramazan diyar kir ku hênceteke herî girîng a ku çapemeniya Kurd dibe hedefa hikûmetê, polîtîkayên hikûmetê rûreş dike û got: “ Çapemeniya Kurd ji bo aşkerekirina pîsatiyên dewletê rolek girîng leyist. Ji destê yekemîn nûçe dan. Me ji çapemeniya Kurd zanî ka çiqas mafên mirovan tên binpêkirin. Çapemeniya Tirk jixwe xwe qet nalivîne jî. Ew bi ya dilê AKP’ê nûçeyan amade dikin. Lê çapemeniya Kurd van êrîşan pûç kiriye divê were dîtin. Hinek tên girtin, yên dimîn bê tirs xebata xwe didomînin.”
Prz. Demîr da zanîn ku hikûmeta AKP’ê dê ji ber zextên li ser çapemeniya Kurdan poşman bibe û destnîşan kir ku rêxistinên navneteweyî yên weke CPJ û yên din çapemeniya Kurd anîn rojevê û ev yek hikûmeta AKP’ê tegav dike. Prz. Demîr ku got “Di demeke nêzîk de de dê Rapora Pêşveçûnnê ya YE’yê derbikeve, diyar kir ku bi ya min dê tesbîtên di vî warî de hebin” û wiha domand: “hikûmet bi taybet êdî nema dikare xwe li hemberî rexneyên saziyên navneteweyî biparêze. Herî dawî bersiv dan rapora CPJ’yê, gotin ‘tesbîta we şaş e’, lê nekarî zêdetir xwe biparêzin. Mînak di parastinê de cih dan derewan derbarê muwekîlê min Çagdaş Kaplan de. Derbarê Kaplan de derewên weke ‘nasnameya sexte ya polîsan bi kar aniye û mirov revandiye’ kirin.”
Demîr agahî da ku dê nûçegihanê DÎHA’yê Çagdaş Kaplan ji ber vê derewa li hemberî wî doza tazmînatê li Wezareta Dadê ya Tirk vebike.
Prz. Demîr bal kişand ser girîngiya zextên raya giştî yên li ser vê doza siyasî û diyar kir ku li gorî nêrîna wî bi awayê “yê jinbavê” nêzî rojnamevanên Kurd dibin. Demîr got: “Em dikarin vê yekê jî ji bo çapemeniya Tirk jî bêjin, weke ku rojnamevanên Kurd ên jinbavê bin nêzîk dibin. Platformên navneteweyî ji rojnamevanên li Tirkiyeyê zêdetir bi ser dozên rojnamevanan ên li Tirkiyeyê de diçin. Muxalîfên ji bo Nedîm Şener û Ahmet Şik kampanya dan destpêkirin, kevir li ser kevirê nedihiştin. Lê gava mijar dibe çapemeniya Kurd li baja xwe rûdinin. Ez vê yekê weke durûtiyê dibînim. Me jixwe ji dadgehan hêviya xwe birî, wê demê em xwedî lê derbikvin. Berpirsyartiya wijdanî û pîşeyî vê yekê divê."
ANF/ENQERE