Bacinî ku 7 kîlometre dûrî Mîdyatê ye, heta salên 1990’î yek ji gundên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû. Çîroka Kurdên Êzidî yên Bacinî beriya niha bi 85 salan, bi şêlandina karwana deweyan a qaçaxçiyan destpê kir. Diziyek ji bo pênc qurişan veguherî dozeke xwînê, ku nifşek ket ber.
Bi diziyê destpêkir
Ev doza xwînê, 6 sal piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê destpê kir, lê belê sedema vê dozê hînê ti kes baş nizane. Hin kes dibêjin ‘meseleya jinê’, hin jî dibêjin ji ber ‘lihevnekirina li ser axê’ ye. Lê belê nêrîna ku herî zêde derdikeve pêş ew e, ji eşîra axayê gund Şîbrî Akinci, dest danîne ser karwanekî bar kirî yê deweyan ê di gundê Bacinî derbas dibe û bûyer bi vî rengî destpê dike. Di şeveke tarî de, ji ber maleke wêranbûyî ya gundê Bacinî karwaneke barkirî ya ji deweyan radiwest e.
Xwîndariya herí dirêj
Şîbrî axa derdikeve pêşberî karwan û dest datîne ser. Xwediyên karwan bi biryardarî li dij derdikevin, lê nikarin tiştekî bikin. Qaçaxçî ji gundê Dahlîn ê Misilmanan alîkariyê dixwazin. Lê belê Şîbrî axa û zavayê wî Bahlo Akbûlût ê hingî ji bo nedayîna malên dest danîn ser israr dikin, wê şevê ji aliyê Botkiyiyan ve tên kuştin. Eşîrên xizmên nêz ên hev Haynokî, Nasirkî û Botokî, ji wê rojê ve xwîniyên hev in. Di nava 85 salan de 3 eşîrên li Baciî dijîn, li gorî hin çavkaniyan 22, li gorî hinan jî 50 kes ji hev kuştin. Kal û pîrên eşîran ên dijîn jî vê gavê nizanin ka çend ji hev kuştine.
Torbeyek zêr da hat berdan
Ya rast; ev yek dozeke balkêş a xwînê ye. Lîderê eşîra Haynokî Şîbrî Axa, ku ji aliyê Botokiyan ve di sala 1929’an de hat kuştin, xwedî çîrokek cuda ye. Şîbrî axa yê xwedî çîrokeke bi tevger a jiyanê ye, ji ber ku beşdarî Raperîna Şêx Seîd bû di sala 1927’an de bi yek ji lîderên eşîrê Haco axa re hat girtin. Di encama darizandinên li Dadgehên Îstîklalê de cezayê darvekirinê li Şîbrî Axa hat birîn. Şîbrî salekê li Elezîzê hat ragirtin û di berdêla bertîla ‘kîsek zêr’ a ji bo dewletê de, ji darvekirinê rizgar bû û serbest hat berdan.
Dewlet Bacinî vala kir
Bi destpêkirina salên 1990’î re, dewletê zext li Baciniyan kir ku bibin cerdevan. Di sala 1992’an de ji heman gundî Alî Agirman ji aliyê kontrayan ve hat qetilkirin û cenazeyê wî danîn pêş Mîdyatê. Bacinî cerdevaniyê qebûl nekirin. Li ser vê yekê gund hat valakirin. Li aliyekî doza xwînê, li aliyê din zexta ji bo cerdevaniyê...Di encamê de Bacinî neçar man sirgûnî Ewropayê bibin. Baciniyên li bajarên Almanya Bîelefeld û Osnabruckê dijîn, doza xwe ya xwînê bi xwe re anîn Almanyayê. Eşîran li vê derê jî bi dehan kes ji hev kuştin, ciwan bi dehan salan di girtîgehê de man. Di dawiya dawî de, hewldanên 20 salan ên Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo bidawîkirina doza xwînê, gihîşt encamê. Di encama hewldanên Meclîsa Gel a Bîelefeldê, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û parlamenterê berê Alî Yîgît de, Baciniyan ‘şerê tolhildanê’ bi dawî kirin û li hev hatin.
Dema aştiya navxweyî ye
Selahattîn Akay ê li bajarê Bîelefeldê dijî û di lihevhatinê de xwedî kedekê ye, ev pêvajoya lihevhatinê wiha vegot: “Ciwanên me dixwazin êdî xwîn nerije. Hin temendirêjên me hebûn, me ew jî qanih kirin. Herî dawî em çûn mala Hazîz Acar ê hat kuştin. Me gotin; serê me li vir e, şûrê we li vir e. Bila êdî ev kuştin bi dawî bibe. Li gund malbatek bi tenê nema. Nêzî hezar malbat em li vir in. Ti aramiya me nema. Êdî ev roj roja aştiyê ye.”
Civîna lihevhatinê pêk hat
Heyetek ji Selîm Sadak, Alî Yîgît û Meclîsa Aştiyê ya Bîelefeldê, li mala ji pêşhateyên eşîra Haynokî Huseyîn Akinci hatin cem hev. Dûre bi hezaran kes li salona li navenda bajêr hatin cem hev û bi dayîna xwarina aştiyê dawî li doza xwînê ya nêzî sed salî anîn. Di dema xwarina aştiyê de li gel Baciniyên ji Belçîka, Fransa, Holanda û Almanyayê, pêşhateyên Kurdên Êzidî Şêx, Feqîr û Mîr jî amade bûn.
ISMET KAYHAN/BRUKSEL