Hîndekar û Kurdolog Dr. Joanna Bochenska, wêjeya kurdî bi civaka rojava re tîne cem hev. Bochenska li ser xebata xwe ya li ser wêjeya Kurdî ya modern û klasîk ji ANF’ê re axivî.
Dr. Bochenska pêvajoya amadekariya teza doktroraya xwe ya li Kurdistanê amade kiriye vegot û da zanîn ku ev 12 sale li Kurdistanê lêkolîn meşandiye û kiriye pirtûk. Bochenska wiha got: “Min Kurd di sala 2000’î de nas kir. Ez hatim Kurdistanê. Min destpêkê Kurdî hîn kir. di 2004’an de min teza xwe ya doktorayê li ser wêjeya Kurd kir. Min lêkolînên xwe meşand. Di 2008’an de min teza xwe temam kir. çavkaniyên ji teza min pêk hatin bi pirtûka bi navê ‘Di navbera tarî û ronahiyê de’ hatin weşandin.
Wêjeya Kurdî gelekî zindî ye
Dr. Bochenska diyar kir ku wêjeya Kurdî ya modern zindî ye û wiha peyivî: “wêjeya Kurdî bi kok e û mumkin e ku mirov di wêjeya klasîk û folklorîk a Kurdî de van kokan bibîne. Min ev di pirtûka xwe de jî aniye ziman. Min naveroka pirtûkê zêdetir li ser wêjeya modern û klasîk a Kurdî ava kir. Ez destpêkê fêrî Kurdî bûm. Min zêdetir ji berhemên wêjeyî fêde girt. Piştre ez fêrî Kurdî bûm û ez li ser wêjeya Kurdî û zimanê Kurdî xebitîm. Li gorî min wêjeya Kurdî gelekî zindî ye. Ji ber ku min potansiyela mezin dît. Wêjeya folklorîk û klasîk ya wêjeya kurdî bi hêz e. Di wêjeya Kurdî de evîn û azadî hene. Di wêjeya klasîk de dîtina Mem û Zînê pêwist e.
Divê wêjeya kurdî bi cîhanê re were cem hev
Me li ser wêjeya Kurdî bi 5 zimanzanan re lêkolîn kir. Dema ji me re gotin Kurd kî ne? Me jî got, bi tenê hûn bi wêjeya Kurdî Kurdan nas bikin. Di lêkoLînên min de wêjeya exlaqî, estetîk û klasîk pirr balê dikişîne. Em li Polonyayê bi 5 zimanzanan re li ser wêjeya kurdî lêkolîn meşandin. Lê dîsa jî me nekarî tiştekî zêde bikin. Ji bo ku em vê wêjeyê bi cîhanê re bînin cem hev divê em hêzê bidin hev.”
Wêjeyeke dewlemend heye
Bochenska da zanîn ku der barê wêjeya Kurdî de gelek pirtûk wergerandine û pirtûk nivîsandine û got: “Ji bo vê dîsa ez bi hevkariya dostên xwe hatim Amedê. Lêkolîna min a yekem li vir çêbû. Em niha lêkolîna vê wêjeyê didomînin.”
FERHAT ARSLAN/DÎHA/ÊLIH