Ji bo gelê Kurd sembolek e
Her wiha Endama Komîteya Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê Beyan Fereh jî axivî û diyar kir ku Dr. Sîrwan li Başûrê Kurdistanê şoreş dirûst kir û ji bo Kurdistanê bû hêvî û got: “Dema ku Dr. Sîrwan dest bi xebat û têkoşînê kir gelek zehmet bû, wê demê ji Ewrûpa vegeriya û dest bi xebatên şoreşê kir. Ez weke malbatekî şehîdan pîrozbahiyê li malbata şehîd Dr. Sîrwan dikim ku xwedî şehîdek weke Dr. Sîrwanin. Ew ji bo gelê Kurd sembolek e.”
Pêwîstî bi xwedîdarketina xwîna şehîdan heye
Di marasîmê de Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê herêma Silêmaniyê Hacî Azad jî axivî û diyar kir ku weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê şopdarên rêya Dr. Sîrwanin û got: “Di roja îro de ji hemû demê zêdetir zext û zordarî li ser gelê Kurd tê meşandin. Li her alî de zext li ser gelê Kurd heye. Ji bo vê yekê di vê demê de ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi xwedîdarketina xwîna şehîdan heye.”
Dr. Sîrwan kî ye?
Dr. Sîrwan (Kawa Elî Salih) di sala 1964’an de li gundê Çemîle yê navçeya Şarbajêr yê Silêmaniyê ji dayik bûye. Di sala 1965’an de malbata wî hatiye li Silêmaniyê bi cih bûye. Dr. Sîrwan di sala 1984’an de li Bexda zanîngeh qedandiye. Di sala 1994’an de weke rojnameger û nivîskarek di rojnameya Welat de kar dike. Di pêşxistina rojnameyê de rolek girîng dibîne.
Di sala 1995’an de amadekariyê ji bo damezrandina YNDK’ê dike. Di heman salê de tê damezrandin û Dr. Sîrwan weke serokê wê tê hilbijartin.
Di 4’ê Cotmeha sala 1996’an de di dema Dr. Sîrwan kar û xebatên xwe dida meşandin li gundê Qelaçûxeyî Seyîd Kerîm yê di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de ji aliyê çend çekdaran ve ligel 4 hewrêyên xwe yên bi navê Hacî Qamişloyî, Baban, Diyar Mardînî û Egîd Germiyanî hatin qetilkirin.
SILÊMANÎ