Di qonaxa dawî ya pêngava rizgarkirina Reqayê de, ku bi navê ‘Şehîd Ednan Ebû Emced’ bi rê ve diçe, taxa Berîd hate rizgarkirin û 11 çete hatin kuştin. Meclîsa Sivîl a Reqayê jî ragihand ku plana avakirina Reqayê amade ye. 

Qonaxa dawî ya Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ku bi navê ‘Şehîd Ednan Ebû Emced’ îro dest pê kir, bi rengekî serketî û bi lez dewam dike.

Li taxên Kurdan, Huriyê (Azadî), Bedû,  Endulus, Sexanî, Metar û Methene di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran diqewime. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin, ku 6 jê çeteyên biyanî ne.

Di vî şerî de taxa Berîd hate rizgarkirin û baskên bakur û rojava yên hêzên pêngavê gihîştin hev.


Plana avakirina bajêr amade ye

Serokê Komîteya Jinûve avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reayê Ibrehîm El-Hesen diyar kirin ku ji xebatên giring ên destpêkê ku komîte destpê bike rakirina bermahiyên şer, jinûve temîrkirina tureya avê û ceyranê, amadekirina navendên tenduristiyê û vegera koçberane. El-Hesen da zanîn ku ew li benda ragîhandina ragîhandina rizgarkirina Reqayê ne da ku dest bi xebatên ji nû ve avakirinê bikin.

Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê 5 dibistan û hejmarek pirên gundên Reqayê ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû xirakirin amade kirine. Komîte niha jî li bendê ye ku rizgakririna tevahiya bajarê Reqayê were ragîhandin da ku bingeha bajarê Reqayê ji ve were amadekirin û zemîn ji vegera koçberan re were destpêkirin. Di vê çarçoveyê de komîteyê pîlana xwe jî amade kiriye ku dema ragîhandina rizgarkirina Reqayê li ser wê kar û xebatên xwe bide meşandin.

Serokê Komîteya Jinûve Avakirinê Parêzer Îbrehîm El-Hesen got: “Ji xebatên giring ên destpêkê ku komîteyame destpê bike rakirina bermahiyên şer, jinûve temîrkirina tureya avê û ceyranê, amadekirina navendên tenduristiyê û vegera koçberane ye. Em niha li benda ragîhandina rizgarkirina Reqayê ne da ku em dest bi xebatên ji nû ve avakirinê bikin.”

El-Hesen destnîşan kir ku komîteyê 56 wesayitên di xebatên temîrkirinê werin bikaranîn ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê wergirtine. 


ANF/REQA