
Ya din jî pirtûka nivîskarê Fransî Maxence Fermine "Berf e" ku Îbrahîm Xelîl ji Fransî wergerandiye Kurdî. Di vê romanê de ku ji 86 rûpelan pêk tê, berf ji sêrî heta bi dawîyê jê dibare, raperîna Japonyayê xweş xuya dibe dema ku bîreweriya kesayetiya sereke Yûko -ku sembola Japonyaya nû ye- di salekê de dest pê dike ku ew bi xwe sala şahîtiya Împerator Mîjî ye, ew şahê binavûdeng ku dergehên Japonyayê bi berfirehî bi ser dinyayê ve vekirin û ji çerxa 19´an ve wî kevirê bingehîn ê bipêşvexistina welatê xwe li ser erdê rast kiriye.
Maxence Fermine xwe ji lûtkeya Çîyayê Alpê diavêje gupika Çîyayê Fûjîyê yê pîroz, rewanê wî dikeve laşê ciwanekî Japon ku ji hemû xweşiyên cîhanê tenê xemxwirê du tiştan bû: Helbesta Haikûyê û berf. Dema ku Maxence Fermine yê romannivîs dibe Yûko Akîta yê helbestbêj û yara xwe, xewna jiyana xwe di nava berfa Japonyayê de dibîne, sînor di navbera axê de namîne û mirovahî ji dil dibe yek.
Ev romana ku li welatên Rojavayê wekî Romana Spî tê naskirin, ber bi hivdeh zimanên cîhanê ve hatiye wergerandin, lewre hêja ye ku bi tîpên zimanekî nazik ê nola Kurdî jî bê xemilandin.