Yek ji du birayên beşdarî van yekîneyên leşkerî bûyî Îbrahîm Sedo got: "Ji bo mirov beşdarî berxwedana Şengalê bibe ne şert e mirov ciwan be. Min li gel bira û kurê xwe cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Piştî ku em beşdarî nava refên YBŞ'ê bûn ji têkîliyên biratiyê zêdetir têkiliyên me yên hevaltiyê çêbû."


Vegera cewhera xwe

Sedo di axaftina xwe de da xuyakirin ku di Fermana 73. de bi çavê xwe dît ku çawa bi salan hatin xapandin û wiha pê de çû: "Di dema fermanê de yên ku digotin Şengal şeref, rûmet û dilê Kurdistanê ye em firotin. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, gelê me qetilkirin, dayîk û keçên ciwan revandin, yên ku qaşo digotin em ê Şengalê biparêzin, gelê me mehkûmî komkujiyî û dîl girtinê kirin. Eger PKK'ê em neparastiya niha yek ji me nedima. Gerîlayên HPG û YJA Star'ê em vegerandin cewherê me."

Îbrahîm Sedo destnîşan kir heta tola hevalên xwe yên  ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne ranekin wê dest ji çeka xwe bernadin. Sedo axaftinên xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Bila her kes vê yekê baş bizanibin emê careked in rê nedin wan mirovên ku em firotine derbasî Şengalê bibin û hikûmdariya xwe berdewam bikin. Êdî tenê yek hêza gelê Êzîdî yên Şengalê heye. Ew jî YBŞ ye. Em ê ji derveyî YBŞ'ê destûrê nedin ti hêzên din. Bi teybet hêzên ji berî komkujiyê li vir bûn bila vê yekê baş bizanibin û fêm bikin. Cihê wan li vir nîne û wê nebe jî"


Bang ji bo Êzîdiyên cîhanê 

Biyarê duyem yê beşdarî YBŞ'ê bûyî Kawa Şengalî hestên xwe wiha vegot: "Ez û birayê xwe ji bo gelê me yê hatîn qetilkirin, beşdarî YBŞ'ê bûn. Ji 3'ê Tebaxa 2014'an de ji roja komkujî pêkhatî ve em têbikoşiyan û em ê ji niha û pêde jî heta deqeya dawî, em ê ji bo gelê xwe berxwe bidin."

Şengalî ev bang kir: "Ji bo careke din gelê Êzîdî li komkujiyan re derbas nebe, ez li vir bang li hemû ciwanên Êzîdî û cîhanê dikim bên beşdarî pêngava rizgarkirina Şengalê bibin, dikim." 


ROJNEWS/ŞENGAL