
YEKO ARDIL / STRASBOURG
Pirtûkxaneya ji Strasbourgê 9´ê Cotmehê dest bi rêwîtiya xwe kir, piştî tûra xwe ya Ewrûpayê, bi mîtînga li Strasbourgê ya doh çalakiya xwe bi encam kir. Tevî ku baranê xweş dikir jî, mîtînga doh weke festîvalekê bi coş derbas bû. Di mîtîngê de bi dengekî xurt, doza “Azadî ji Ocalan re” hat îfadekirin.
Ev zêdetirî mehekê ye ku Otobusa Azadiyê ango Pirtûkxaneya Ocalan li 38 bajarên Fransa, Awusturya, Swîsre, Belçîka, Holanda û Elmanyayê geriya, doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Di roja 34´an a çalakiya xwe de dîsa gihişt bajarê ku çalakî jê dabû destpêkirin, ango Strasbourgê. Îstgeha pêr a Otobusa Ocalan bajarê Elmanyayê Frankfurt bû; çawa ku li wir baranê xweş dikir, li Strasbourgê jî baranê xweş dikir. Belê vê yekê pêşî li zêdebûna beşdariya xelkê û bilindbûna coş û kela canê wan negirt.
Bi karwan hat pêşwazîkirin
Otobusa ku ji Frankfurtê bi karwanekî wesaîtan hat oxur kirin, li bajarê Kehlê yê li Elmanyayê ku doh piştî nîvrojê gihiştiyê ji aliyê bi dehan wesaîtên Kurdistaniyên ji Elmanya, Swîsre û Fransayê ve hat pêşwazîkirin. Di rê de baranê timî xweş kir, tevî vê jî posterên Ocalan û alên PKK´ê di pencereyên wesaîtan de hatin libakirin.
Bi çalakiya rûniştinê re bû yek
Karwan, tevî otobusê, kete meydana ku çalakiya rûniştinê lê bi rê ve diçe. Ji 23´ê Cotmehê ve, li vê meydana hemberî Konseya Ewrûpayê ji bo ku saziyên Ewrûpî ji bo ewlehî û siheta Ocalan zend û bendan badin, Kurdistanî û dostên wan çalakiya rûniştinê bi rê ve dibin. Otobusa ku wêneyên Ocalan li serê bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re Azadî”, “CPT biçe Îmraliyê” hat pêşwazîkirin. Meydana çalakiyê, bi hewa û coşeke festîvalê veguherî cihê mîtîngê.
Bi berxwedanê heta bi Strasbourgê
Li pêşiya konê ku lê çalakiya rûniştinê ya bêdem lê dewam dike, mîtîng pêk hat. Piştî silavkirina li ser navê Komîteya Amadekar a Çalakiya Rûniştinêya Medya Botan, hevserok a KCDK-E´yê Fatoş Goksungur peyivî û got, “Li gelek cihan hewl dan provokasyonê bikin. Lê belê em bi berxwedanê gihiştin heta bi vir. Ji ber keda wan em malavahiya dostên xwe dikin ku Elmanya, Îtalya, Fransa û Uruguayê beşdarî me bûn. Êzîdî, Elewî, Misilman, ji dînên cihê û ji çar aliyên Kurdistanê mirov di nav me de bûn. Ji niha û pê ve em ê hewl bidin felsefeya Ocaln bigihînin çarçoveyeke berfirehtir.”
Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin
Parlamentere HDP’ê Tugba Hezer jî di axaftina xwe de got, “Tevî hemû zext û pêkanînên faşîzan, em silavê li gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe a ayzad derket û ew parast. Tecrîdkirina birêz Ocalan tecrîdkirina me hemûyan e. Ji bo azadî, wekhevî û edaletê divê tecrîd ji holê rabe. Em jin û Kurd, em ê berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê dewam bikin.”
Baranê bi çalakgeran nekarî
Otobusa Pirtukxaneya Ocalan a ku bi armanca danasîna felsefeya Ocalan li bajarên Ewrûpayê geriya, û çalakiya xwe 9´ê Cotmehê li Strasbourgê dabû destpêkirin, pêr li Frankfurtê bû. Otobusa ku li Butzbachê çû serdana Kongreya die Linke, piştre bi karwanekî wesaîtan li nava bajarê Frankfurtê geriya.

Bi pêşengiyaKongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Frankfurtê bi şîara "Em qedexekirina PKK protesto dikin, ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" meş û mîtîngek hat organîzekirin. Kurdistaniyên ji bajarên Frankfurt, Offenbach, Hanau, Gissen, Weztlar, Limburg, Darmstadtê li ber gara navendî ya Frankfurtê civiyan û ji wir dest bi meşê kir. Balon û flamayên wêneyên Ocalan li ser hatin hilgirtin. Meş li meydana Romer bi dawî bû û li wir veguherî mîtîngê. Girseyê li vir bi sloganên "Bijî Serok Apo" otobus pêşwazî kir.
FRANFURT