Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş der barê hevdîtina ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîbûn û civîna MYK’ê ya BDP’ê ji DÎHA’yê re axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku geşedanên li Rojava li parçeyên din baş nehatin şopandin û wekî BDP li ser kêmasiyên xwe radiwestin û wiha got: “Bi salane li wir gelê me bi lehengî li ber xwe didin. Niha li hember tahlukeyên qetlîamê û dorpêçkirinê bi sekneke bi rûmet têkoşîna xwe didomînin. Bêguman şoreşa Rojava tenê gelê li wir eleqedar nake, hemû parçeyên din heta hemû Rojhilata Navîn û pêşeroja me eleqedar dike. Jixwe di vê mijarê de alîkarî hebûn. Dê di 4’ê tebaxê de ji bo piştgiriyê meşeke mezin bê lidarxistin.”


Deriyên sînor

Demîrtaş bi lêv kir ku bêyî ku plansaziyeke navendî bê çêkirin her roj ji bo Rojava meş û kampanya bên lidarxistin û wiha got: “Dê plansaziyên navendî jî bên kirin. Dê ji bo kampanyayên însanî ku ji bo gelê Rojava tên lidarxistin tevkarî bên dayîn. Bi taybet jî ji bo vekirina deriyên sînor dê hevdîtinên me bidomin. Divê wekî encama hevdîtina di navbera PYD û Tirkiyeyê deriyên sînor bên vekirin. Em li bendêne ku 3 deriyên sînor bên vekirin.” Demîrtaş bang li gelê Rojava kir û wiha got: “Bila gelê Rojava bawer bike ku dilê me bi wan re ye. Em dil û mêjiyê xwe bi wan re ne. Divê em bi xwedîderketinê pratîke bikin û bi vî rengî rexnedayîna xwe bidin. Demîrtaş anî ziman ku her çiqas di asta fermî de li xwe mikûr nehatibin jî têkiliya El Qaîdeyê bi Tirkiyeyê re heye.

Kongreya Neteweyî

Demîrtaş destnîşan kir ku Konferensa Neteweyî ya Kurd ji bo hemû gelê Kurd girîng e û wiha got: “Divê hemû parçe mafê parçeyên din biparêzin û heman helwestê nîşan bidin. Ger aştî pêk bê divê Kurd ji hemû neteweyên din re peyameke xurt bide. Divê Kurd bi riya kongreyê hêviyên xwe yên ji bo aştiyê ji cîhanê re ragihînin. Divê ji hemû hêzên cîhanê re dîplomasiya hevpar hebe û ger konseya dîplomasiyê ya hevpar hebe dê baş bibe. Wekî BDP em ê pêşniyarên xwe yên şênber bidomînin.”

1’ê Îlonê û 15’ê Cotmehê

Hevserokê BDP’ê ji bo hevditina Ocalan ya dawî wiha got: “Birêz Ocalan behsa du dîrokan dike. Yek 1’ê îlonê ye, ya din 15’ê cotmehê ye. Dîroka 1’ê îlona dîroka aşkerakirina pakêta demokratîkbûyînê ya hevpar a hikûmetê ye. Divê heta wê demê naveroka paketê bi me re bê parvekirin, pêşniyarên birêz Ocalan bên girtin û naveroka paketê heta 1’ê îlonê aşkera bibe. Ger heta 1’ê îlonê ev pêk neyê dê baweriyeke xurt hebe ku pêvajo pêşve naçe. Ji ber vê yekê birêz Ocalan piştî 1’ê îlonê piştgiriya ji bo pêvajoyê li ber çavan derbas bike. Ger heta 1’ê îlonê paket bê amadekirin, di nava 45 rojan de ango heta 15’ê cotmehê divê parlamento qanûnan derxe û paket bikeve meriyetê. Ger di nava wan 45 rojan de pratîze bibe ji bo derbasî qonaxa sêyemîn bibin şert û merc tên cih. Ger wisa nebe, birêz Ocalan diyar kir ku dê helwesta xwe li ber çavan derbas bike. Yanê du dîrokên krîtîk hene. Yek amadekariya heta 1’ê îlonê, ya din jî pratîzekirina heta 15’ê cotmehê. Agahiya hikûmetê ji van dîrokan heye, di ferqa wê de ye. Em ji nêz ve dişopînin, bi hikûmetê re hevdîtînên me hene.”

Daxwaza hevdîtinê

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo daxwaza Ocalan ya hevditina bi rojnamegeran re wiha got: “Birêz Ocalan dixwaze komek rojnamegerên ku piştgiriyê bidin pêvajoyê re hevdîtin pêk bîne. Daxwaz ev e. Çapemenî ziyaret bike. Dixwaze bi riya çapemeniyê raste rast raya giştî agahdar bike. Ev li dijî hiqûqê nîne û li gorî hiqûqa hundir e. Em dizanin ku hikûmet vê mijarê nîqaş dike. Di serî de DÎHA û gelek saziyên çapemeniyê yên din serlêdan kirin. Dê wezaret van serlêdanan binirxîne. Em ê di hevdîtineke din de van daxwazan bi birêz Ocalan re parve bikin. Ocalan navê tu rojnamegerekî nedaye û dixwaze komek rojnamegerên ku piştgiriyê bidin pêvajoyê re hevdîtin bike. Ger heta ev daxwaz neyê cih pişgtiriya ji bo pêvajoyê kêm dibe.”

Li ser navê Ocalan civîn

Demîrtaş, di berdewamê de wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtanê de bi taybet silavên xwe ji gelê Gever û Colemêrgê re şandibû. Wî digot ku gel baş xwedî li biryara wî derketiye, lazime ew li ser navê wî biçin û sipasiyên wî ji gel re pêşkeş bikin. Partiya me dê plansaziya van civînan bike. Em dê li her derê ji bo silavên Ocalan ji gel re pêşkeş bikin, civînan li dar bixin. Bi taybet nameyên ji Gever û Colemêrgê ji wî re hatine şandin gihiştibûn destê birêz Ocalan. Wî silavên taybet û germ ji gelê Colemêrg û Geverê re şandiyşe. Wî digot ku ji van nameyan gelek tesîr girtiye. Ocalan ji me re wiha gotibû, ‘Gelê Colemêrgê lehenge. Wan a azad bûn gelek baş fêm kiriye. Ev yek di nameya wan de hebû’.”

Wêne û dîmenê Ocalan!

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bi lêv kir ku ew dê beriya cejna Remezanê biçin cem birêz Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Em ê di cejnê de herin ba birêz Ocalan. Plansaziya me wisa ye. Em dê silav û hurmetên gel ji Ocalan re bibin. Ji wî jî belkî em wêne an jî dimenekî bigirin. Ev jî dê ji bo gelê me bibe diyariya cejnê.” Demîrtaş, herî dawî bang li hemû kesî kir ku xwedî li Rojava derkevin.

DÎHA/ENQERE