Du fikir û du jiyan

  • Kafkayê ku ji wê jiyana kambax bêzar e, xwe dispêre evîna jinekê. Milena ji bo Kafka palpişt e. Çend salan her roj jê re nameyan dinivîsîne. Barê mêjiyê xwe tavêje ser dilê xwe. Xwe diavêje bextê Milenayê. Tu yê bibêjî qey, her kelogirî nameyên xwe nivîsîne. Ji serî heta binî hewar, guman û gazinc in.  

ZERÎN YILMAZ*

 

Franz Kafka, wêjekarê zimanê Elmanî, li Pragê jiyaye. Di pirtûkên wî de têgihiştina pergala kapîtalîst xuya dike. Têgihiştineke pirr xurt e, lê nikare ji nav derkeve. Ev têgihiştina wî weke tirseke mezin lê dizivire. Xofa jiyanê dikeve dilê wî. Tirs bi her awayî wî zeft dike. Weke ku ketibe nav lepê axtepotekî, bêçare û bêhêvî, li cem wî jiyan û mirov her biqisûr in. Dibêjê “Mîna Qûmriya Încîlê ez hatim şandin. Min dît ku li ser nave şînahiyê qet tiştek nîne, ez dîsa vegeriyam keştiya xwe ya tarî.”

Kafkayê ku ji wê jiyana kambax bêzar e, xwe dispêre evîna jinekê. Milena ji bo Kafka palpişt e. Çend salan her roj jê re nameyan dinivîsîne. Barê mêjiyê xwe tavêje ser dilê xwe. Xwe diavêje bextê Milenayê. Tu yê bibêjî qey, her kelogirî nameyên xwe nivîsîne. Ji serî heta binî hewar, guman û gazinc in. 

Daxwaza evîna Milenayê dike. Ev evîna ku bi rêya nameyan pêk tê, xwe nasipêre ajoyan. Jixwe, Milena zewicî ye û Kafka jî bi jineke din re ye. An jî car caran jin dikevin jiyana wî. Ya rastî, zanebûna Milenayê û nivîsên wê, bala Kafka dikişînin. Dibe ku nêzî xwe dîtibe, yan jî xelasî û felat di wê de, li cem wê dîtibe. Mirov dikare bibêje, Milena ji bo Kafka yê tirsiyayî û xof li ser heye, ew dar e ya ku pişta xwe didiyê, ew kanî ye ya ku bêhna xwe li ser vedide.

Kafka di şerê yekemîn ê cîhanê de jiyaye. Pergal xweş nas kiriye. Ewqas nas kiriye ku jê sar bûye. Wî mirovên ku di wê pergalê de dijîn şibandiye pîrevokeke yan jî kêzikeke kirêt a ku xwe spartiye evîna jinekê, lê wî xwe ji xofa wê nebihurandiye, ew t5irs û xof li pey xwe nehiştiye. Nexweşî dîtiye lê derman nekiriye. Di 41 saliya xwe de xwe teslîmî mirinê kiriye. Ji bo wî Milena dibêje “Ji bo jiyankirinê zêde jîr û biaqil bû, ji bo şerkirinê jî zêde zeîf.” 

Piştî we wê xweştir bibe

Julius Fucik, wêjekarê Çek e û li Pragê jiyaye. Di şerê cîhanê yê duyemîn de bi xebatên xwe pêşengiya şoreşgeran dike. Dîl dikeve destê SS´yê. Ji salekê zêdetir êşkence lê tê kirin û di encamê de tê îdamkirin. 

Di girtîgehê de dema li benda mirina xwe ye, bi dizîka nameyan dinivîsîne. Di wan nameyan de Fucik ji serî heya binî coş û kelecan e. Dildariya azadiyê pirr mezin e. Wî li ser hezkirin, têkoşîn û berxwedanê jiyan ava kiriye. Ji jiyanê pirr hez dike. Di rojên herî zehmet de têkiliyên pirr xurt dideyne bi hevalên xwe re. Bala wî li ser mirovên qenc û hêja ye û wan ji mirovên xayîn û xirab cuda digire. Di nameyên xwe de pênasekirin û analîzên karakter û sekna mirovan dike. Yek bi yek dide nasîn. 

Di wan şert û mercan de bi qasî serê derziyekê tirs û xof di dilê wî de nîne. Ji bo ku vîna wî bişikînin carekê wî li erebeyê siwar dikin û li Pragê digerînin. Jê re dibêjin, “ka lê binêre, mirov çiqas xweş dijîn. Qet ne xema wan e wê çi ji we were. Piştî te dê wisa bijîn. Lê binêre Prag çiqas xweş e.” Ew jî li wan vedigerîne “Piştî we wê xweştir bibe.”

Dil û hiş kiriye yek. Bêhemdê xwe gav navêje. Di wê hucreyê de xwe li jiyanê digire her ku dizane dê biçe mirinê, wisa hezkirina jiyanê xurt e. Di êşkenceyê de ji yekî ji SS´yê re dibêje, “Min çiqas dixwest tenê carekê hilatina rojê bibînim.” Piştî vê jî dibêje “Bûyîna şehîdê dawî çiqas ecêb e. Ger ez bizanim ez yê dawî me, min ê bigota niha min bibin bikujin.”

Fucikê bibask di wesiyeta xwe de wiha dibêje:  “Ez ji bo kêf û dilxweşiyê jiyam û di ber de can didim. Ger hûn melekên xemgînî û xemê bi ser tirba min de bînin hûn ê neheqiyê li min bikin.”

Wî û evîndara wî ya sih salî Gustayê, di bin çavan de qebûl nekir ku hev du nas dikin. Qewlê wan wisa ye. Bi mejî dê hevdu nas nekin, lê dil dizane. Di girtîgehê de her roj ji Gustayê re stranan dibêje. Gustayê dibin hember Fucik da ku sist bibe. Gusta ji wan re dibêje, “Hûn nikarin dilê me sist bikin. Hûn dibêjin ‘heger neaxive em ê we gulebaran bikin’. Jixwe ez jî vê dixwazin, pê re werim gulebarankirin.” 

Fucik di 41 saliya xwe de, li ser rêya mirinê, li hember wê pergala ku Kafka xistibû nav tirs û xofê, têdikoşe, li ber xwe dide.

Nameyên Kafka hewar û gazin in. Yên Fucik banga bi çare. Gelo dê di nameyên me de çi were dîtin? Kîjan fikr, giyan û hestan dihewînin? Weke em her di nameyên xwe de dinivîsin, em bêjin “ka em binêrin û bibînin!” dê baş be? Yan jî em bêjin di dil û mejî de kîjan tov heye, ew ê şîn bibe!

*Girtîgeha Sîncanê

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.