Mîzahkerê Elman û helbestkarê mîzahî Thomas Gsella destûr dabû me ku em helbestên wî yên li ser dîktatorê Tirk R. Tayyip Erdoganî biweşînin. Heta serdana Erdogan a Elmanyayê, em ê wergera Kurdî ya du helbestên wî biweşînin. Îro helbesta wî ya ji bo bêhtirî 300 karkerên di kana komirê ya li Somayê de fetisîn û helbesta wî ya behsa gotinên Papa ji Erdoganî re dike, me neqandin.
Erdogan û Kan
Bi sedan li kanê fetisîn,
şewitîn, birîndar bûn û seqet man,
Hingê wî polîs şand
û şîngir dan ber copan,
Lewma tenê êşa li ser bedena mirovî
dikare wê êşa di dil de bihedinîne.
Hingê hin jinebî bi şahî reqisîn
Tevî nîvweledên sêwî!
Navê wî zilamê çê
ji Stockholmê heta bi Anguillayê
Bêguman Erdogan e.
(Piştî wî jî Godzilla tê.)
Merkel hûrikê Erdogan dayê
Ji bo qirrkirinê gotina rast,
Bi vî rengî Papa bi hişê hişyar peyivî,
got bê guman qirrkirin e.
Erdogan jî bi dengbilindî gef lê xwarin!
Û zilamê pîr û zane bi dengbilindtir peyivî:
“Ev e encama m caran c ser didu ye
Ew a ku Alfred Einbein bû kî bû gotibû,
Ev jî sextekariyeke wiha ye!
Û ji xwe ew ê bibêje, glover glover e”,
Niha jî dide qîran weke ku li ser singê rûnandibin,
“Ez ê derbekê li qahfê serê wî xim!!”
Hingê Mutti (Angela Merkel) hûrikê wî da wî.
FRANKFURT