ROZANA DADO / ANHA / HELEB
Helbestvan Dîcle Şêxo û Nerîman Xelîl gelek helbest li ser berxwedana ciwanên welat, bi taybetî Berxwedana Serdemê nivîsandin û gelek xelat wergirtin.
Jinan mohra xwe li tevahiya warên jiyanê da, nexasim jî li meydanên çand û huner. Jinan di şeran de di helwêstên xwe de berxwedana gelan xurt kir.
Her du helbestvanên jin Dîcle Şêxo (27) û Nerîman Xelîl (40) xwendina asta navîn ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Her du helbestvanan gelek mijar bi helbestên xwe vegotine.
Her du helbestvanan zêdetirî sed helbestî ristine. Lê ji ber siyaseta li dijî jinan beriya Şoreşa Rojava dihat meşandin û ti nebûna desteka pêwîst, her duyan nikarî dîwan ji helbestên xwe re derxistana.
Nerîman Xelîl ji ajansa me re axivî û got, "Destpêkê min bibîranîn nivîsandin, piştre helbest. Ev 20 sal in ez dinivîsim." Nerîman diyar kir ku di Berxwedana Serdemê de dest ji ristina helbestan bernedaye û bi pênûsa xwe berxwedana gel û ya jinên xaka zeytûnê veguhestiye reşbelekan. Nerîman got, "Min helbestek li ser şervan Rozelîn Kobanê bi navê `Rozelîn` nivîsand. Rozelînê heya ku şehîd bû axa zeytûnê parast.”
Nerîmanê diyar kir ku ew di rojên pêş de amadekariya derxistina dîwanekê dike. Nerîman Xelîl 5 xelatên helbesta herî baş bi navê `Newroz di bîra goran de` ji hêla Kovara Helbest û Wêje li ser asta Rojava wergirt.
Yekîtiya Hunermendan a Şehbayê jî helbestên Dîcle Şêxo ecibandin û pirtûka `Helbestên Zeytûnê` derxist.