Du jinên şêwekar ên ji bajarokê Şarezûrê yê ser bi Silêmaniyê, ev deh sal in, hevrê ne û bi hev re tabloyan çêdikin. Herdu jin dibêjin, bi karên xwe û vekirina pêşangehên xwe yên hunerî, ew debara xwe dikin.

Huda Ehmed a 23 salî û Sozyar Semîn a 21 salî dibistana amadehî qedandine, lê ne xwedî dîplomayeke piştî amadehiyê ya hunerî ne. Lê belê herdu jî di warê şêwekariyê de jîr û jêhatî ne û tabloyan baş xêz dikin. Wan heta niha gelek pêşangeh jî vekirine. Huda û Sozyar ketine dewreya wênekêşiyê.

Sozyar dibêje, “Pirraniya wêneyan ji bo ciwanan in.” Sozyar dide zanîn ku pirraniya wan bi rêya torên civakî peywendiyê li gel wan datînin.  Peyama Sozyar a ji bo welatiyên bajarokê wê ew e ku pêşiya kesên xwedî huner vekin û li pêşiya wan nebin asteng.

ROJNEWS/SILÊMANÎ