Heke tu bi nêrîna rayedar û aqilmendên Tirk lê mêzebikî, pêvajo ya 'dawîkirin a şer' bilez dimeşe. Hewcetiya pêvajoyê jî, ji her tiştî bêhtir lezgînî ye jixwe. Hema bi lez gerîla ji çiya vekişe, 'dersînor' bibe, çekên xwe berde, tevger bi lez pergala xwe belav bike û bi lez Erdogan bibe Serokê Tirkiyeyê. Çi xweş... Jixwe bi hezaran şêhîd, bi tonan êş, girtîgeh, ewqas berxwedanî, ewqas fedakarî, bi salan keda avakirina hişmendiya serfirazî ya civakek û hişmendiyeke gerdûnî, li çiya, li gund, li bajar, li girtîgeh, li qadan ewqasî serhildan û ewqasî berdel ve Kurd jî heya niha tekoşîna vê tiştê dimeşand!  

Îsraîl jî lêborin ji Erdogan xwest. Li Stenbolê jî, ji bo Sûriyê hikûmatek hate avakirin û di nav “Kurdên wekî Ereb” de serokwezîrek hate hilbijartin, evana tevahî jî siyaseta Erdogan bixwe bûn û serketin, çi xweş…
Di pêvajoye dawîkirin a şer de CHP jî qibleya xwe şaş kir, bêdeng ma, zimanê Kilicdaroglu hate girtin, psîkolojiya CHP’iyan tev xera bû, her yek bêgotin û bêhevok li navendê man, nikarin qisebikin, nikarin derd û pirsgirêkên xwe vebêjin. Devlet Bahçelî jixwe dîn û har bû. Bi gotinên xwe, xwe bê îtibar û bêrêz hîşt, hin “faşîstên biaqil” jî hêdî hêdî li der û dora wî vedikişin, qêrîna wî hê ecîztî ya wî derxist holê û evana tevahî jî mebesta siyaseta Erdogan bixwe bûn û serketin. Çiqas xweş...
Çiqas xweş e ku Komîsyona Aqilmendan jî vaye ava dibe, heke pêvajo bi vî rengî bimeşe, çend meh şûnda Erdogan û partiya wî dê bibe desthilatdariyeke herî biqudret… Çi xweş...
 
***
Hin kesên welatparêz jî, ji van tiştan gelek bitirs, biguman û bişik in. Carinan wisa dibe ku, nêrîna hin însanan tev li hev dibe û wek mînak em bêjin hêz û hişmendi ya Tevgerê jî ji bîr dike.
Lêbelê, bê şik û bê guman ez dikarim bêjim ku ev hêviyên ku desthilatdariya Tirkiyeyê li bendê ye, heya ku Kurd li ser dinê bin, tu car pêk nayê. Di nav van hêviyan de tu hêviyek jî tu awayekî nare serî û sernakeve. Ne li Sûriyeyê, ne li Tirkiyeyê, taybet jî ji hêla Tevgera Azadiya Kurd, tu mebesta ku niha di ber çavên AKP’iyan de wekî ku gav bi gav bicih dibin, tu şiklî neyên cih. Ji her tiştî wêdetir, Tevgera Azadiya Kurd, mecal nade ku li ser mafên Kurdan, li ser nirxên ku bi tekoşîna bi dehan sal destketiye, bibin amûra listikêkî beredayî ya dewleta Tirk. Ew Tevger ku hêza xwe ya herî mezin, ji bo zelalkirina hişmandiya civakê xwe, ji bo hişyariya civakên  Rojhilata Navin mezixandiye û xerc kiriye. Hûrbîniya xwe, zêde zêde li ser pergara Tirk, Ereb û Farisan şixulandiye, ji bo ku stratejî ya wan, giyan û rêwazî ya wan tehlîl bike, tekoşiya ye.
Tevgera Azadiya Kurd, êdî ne tenê çend kesên ku li ser çiya biçek digerin e. Tevger, hişmendiyek û pergalek e. Bi salane ku xwe bi êşan, bi berdelên mezin, bi nirxan û xwe bi zanyariyê ve xemilandiye. Wekî hişmendiya rayedarên Tirkiye yê, bi awayekî “bû-çû êdî xelas” nêz nabe. Nirxên çekan jî, nirxên siyasetê jî biçuk nabîne. Di her du qadan de jî, di hemû qadên zanyariyê û hişyariyê de jî barê ku hildaye li ser milê xwe hayadar e. Ew tekoşina dijwar ku 40 sale dimeşîne, nirxên ew tekoşinê tu şiklî navêje agirê.
 Ji ber ku li Kurdistan, her kes her roj dibîne û dizane ku balafirên şer rojane, di ser gerîla, di ser gel re difirin û hê jî xetereyeke mezin, talûkeyeke mezin di rojevê de ye. Rojek jî be talûkeya komkujiyê derbas nebûye û li gorî pêvajoya aşitiyê her tişt di rêzê de biçe jî, dîsa heya çend salan ew talûke derbas nabe, ji holê ranabe. Ji ber wê, aşitî xweş e, Kurd bi rih, bi dil û bi can dora aşitiyê ne, aşitî dixwazin, lê ne wekî desthilatdarên Tirkiye yê wekî bi hêsta "ox çi xweş" sist û sivik û bi hêsteke berjewendî yê ve nêz nabin.
 Gotina dawîn, vaye heftek bihurî û ji TV’yan dinêrî, ji aqademiger û rojnamegeran dinêrî, aşkereye ku watedayîna aştiyê, ji her du alî re ne wek hev in. Di vê pêvajoyê de du hişmendî heye... Ji bo Kurdan aştî, bi hêst û bi zanyarî, li hev hatina gelên Kurdistan, bi xweza û bi civakan tevahî aştiya Mezopotamya û Anatoliya ye. Ji ber wê, dest mistandin ne ji bo Kurdan e, dev jê bedrin bila kê dixwaze destên xwe mist bike, li gorî ceribandina 40 sal ku di nav şerê de derbas bûye, Kurd jî bitedbîr in. Bi ziman, bi tevger, bi şêwaz, bi hêz û bi hêst, bi zanyarî û bi quwetê xwe ve, Kurd jî li gorî rêveçûyînê, dê bi tedbîr bin.
Di vê tunditiya pêjajoyê aşitiyê de ji tirsê re, ji guman û ji girînê re dem nîn e û cih tune.