Di encama lêkolîn û nîqaşan de destûrdayîna Partî Demokrtî Kurdistan - Sûriye û Partiya Komînîst a Kurdistanê hatin erêkirin.
Partiyên ku daxwaznameyên wan hatin erêkirin, dikarin bi awayekî fermî û rewa kar û xebatên xwe bidin meşandin û buroyên xwe li bajaran vekin. Komîteya Partiyan 30'ê Hezîranê ji bo lidarxistina civîna xwe ya bê diyar kir. Li gorî endamên komîteyê dê di civînê de daxwaznameyên Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriye, Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê û Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriye werin lêkolînkirin.
Komîteyê 16'ê Hezîranê daxwaznemyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekîtiya Lebral a Kurdistanê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriye jî erê kiribûn. Bi giştî heta niha daxwaznameyên 5 partiyan hatine erêkirin.
AMÛDÊ