
Akademiya Şehîd Nîdal Yûsif a Hêzên Erka Xweparastinê du dewreyên leşkerî bi dawî kir û du dewreyên nû jî dest pê kir.
Akademiyê piştî perwerdeya 4 mehan yekemîn dewreya serbazên leşkerî ya Erka Xweparastinê bi dawî kir. Pêre dewreyeke din a şervanên Erka Xweparsatinê ku 45 rojan dirêj kir hate bidawîkirin.
Di merasîma bi vê boneyê hate lidarxistin de hema herdu dewre bi dawî bûn û hem jî du dewreyên nû destpê kirin, yek ji wan dewreya serbazên leşkerî ye û ya din jî dewreya şervanên ku tevlî focên Erka Xweparastinê bûne ye.
Di merasîmê de hevserokên Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, fermandarên YPG, YPJ, QSD û çend ji şêx û rûspiyên eşîreyên herêma Cizîrê amade bûn.
Piştî ku toreneke leşkerî hate pêşkêşkirin, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan axaftinek kir û girîngiya rola şervanan di parastina herêmê de bi bîr xist.
Piştre Desteya Parastinê belgemane li şervanên ku dewreyên xwe bi dawî kirine, belav kir. Şervanên jî sonda leşkerî xwarin.
ANHA / QAMIŞLO