
Rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) Rohat Karadenîz di sala 1995’an de dema diçû mala xwe ya li Cîhangîra Beyoglu ya Stenbolê hat kêrkirin û jiyana xwe ji dest da. Ji bo Karadenîzê ku nehat zanîn ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin, beriya 16 salan starana ‘ROHAT’ hatibû amadekirin.
Strana ku muzîka wê Yucel Arzen çêkiriye, gotinên wê Cevat Besî û Dengbêj Xalîde nivîsandine. Piştî salan dê diyarî Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hat girtin, Rohat Aktaş bê kirin.
Rojnameger Aktaş di jêrzemînên Cizîrê de ji hêla hêzên dewletê ve bi dehan hevalê xwe re bi awayekî hovane hatibû qetilkirin. Dema li polîtîkaya dewletê ya berî 16 salan bê nêrîn, dê bê dîtin ku îro jî tu guhertin pêk nehatiye. Dîsa ciwanên Kurd li kuçe û kolanan tên qetilkirin. Rohat Aktaş ji hezaran tenê kesek e. Li gorî agahiyên ku hatine dayîn dê di klîbê de malên li Cizîrê hatine şewitandin û dîmenên Rohat Aktaş jî cih bigire. Dengbêj Xalîde ku stranê dibêje û nivîsandiye, diyar kir ku ji bo Yucel Arzel nas bike, çûye cem wî û gotinên stranê bi hevre nivîsandine.
Guhertin tune

Xalîde aşkera kir ku Arzel muzîka stranên Xwen û Rohat daye wê û çîroka strana ‘Rohat’ jî wiha vegot: “Rohat hevalê nêz ê Yucel bû. Rohat wê demê di rêveberiya HADEP’ê de cih digirt. Baş nayê bîra min, dema Rohat ji malê derdiket an jî diçû malê hat kêrkirin û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê Yucel ji Rohat re muzîkekê çêdike. Piştî min û Yucel hev du nas kir, muzîk bi şertê ‘tu dê ji muzîkê re helbestekê binivîsî’ da min. Min jî jêre got ez ê binivîsim.” Xalîde da zanîn ku ew fikirîn ku ew dikarin ji bo Rohat çi bikin û axaftina xwe domand: “Şevekê dema ez li mal bûm gotina ‘şevek ji şevan, sterkek zerî ji asîman’ hat bîra min. Dema kesek dimire ji esîman stêrkek tê xwarê. Ev jî nûnertiya wî dike. Ew hat bîra min. Piştre me bi Cevat Besî re gotinên wê dema nîqaş kir. Ji dema bihûrî heta niha di pirsgirêka Kurd de tiştek nehatiye guhertin. Me xwest em vê stranê diyarî Rohat Aktaş bikin.”
Xalîde anî ziman ku beriya niha wan ji stranê re klîp çênekirine û ew ê niha ji bo Rohat klîbekê jî çêbikin.
DÎHABER / STENBOL