Di 9’ê Çileya 2013’an de, piştî nîvro telefonên li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê li Parîsê, bersivê nadin. Sê jin hebûn di hundir de. Û bêdengiyeke mirinê. Di saetên destpêkê de ti ecêbî nehatibû hîskirin. 
Piştî ku bû êvar, diltirsiyê destpê kiribû. Telefonan lê didan, lê ji hundir deng nedihat. Ji nîvê şevê û pê ve deriyê avahiya nimareya 147 a li kolana La Fayette jî hatibû lêdan. Rojeke sar a zivistanê bû. Sê kesên di 10’ê Çileyê saet di 01.00 de derî vekirin, dema ketin hundirê Navenda Enformasyonê, li erdê 3 cenaze dîtin. Ew jî cenazeye Sara, Rojbîn û Ronahî bi sê guleyên li serê wan ketî, li erdê dirêjkirî bûn. Guleya 10. jî li devê Rojbîn ketibû.
Sara (Sakîne Cansiz) ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê bû. Rojbîn nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bû û Ronahî jî endama Tevgera Ciwanên Kurd bû.
Van înfazan rê li ber şoqeke civakî û hêrseke kûr vekiribû. Tetîkkêş an jî tetîkkêşên din ne dûr bûn. Nêzî sal û nîvek bû xwe berdabû nava tevgera azadiyê ya Kurd, hesabên kuştinê dikirin. Gelek caran ji bo van planên xwe bicih bînin firsend bi dest xistibûn, lê fermana pêwîst nehatibû.
Tetîkkêş, di demeke ku têkiliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi cîhana derve re hatibû qutkirin û amadekariyên operasyona tinekirinê ya weke senaryoya li hemberî tevgera gerîla Tamîlan ketibû hişê mirovan dihat kirin de, ji Elmanyayê ketibû tevgerê.
Nava sala 2011’an bû. Di meha Mijdara heman salê de, tetîkkêş bû endamê Komeleya Kurd a li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê ku ji her kesî re vekirî ye û bi vî rengî yekemîn çalakiya xwe berdana nav pêk anî bû.


Lîsteya înfazê

Di lîsteya înfazê de gelek rêveber û aktîvîstên Kurd hebûn. Di Cotmeha 2012’an de dema Sakîne Cansiz a bi navê Sara dihat naskirin ji bo karên xwe yên burokratîk hat Parîsê, tîma înfazê yekemîn têkiliya xwe ya pê re danîbû. Dema ev agahî gihaşt servîsên îstîxbaratê yên Tirk, ji bo plana xwe ya kuştinê bicih bîne fermana pêwîst ji tetîkkêş re hatibû dayîn.
Salek piştî qetilkirina sê jinên Kurd li Parîsê, belgeyên ji ber pevçûna desthilatdariyê ya di navbera hikûmeta AKP’ê û hevkarê wê cemaeta Fethûllah Gulen de derket holê, ev planên kuştinê yên ji Enqereyê, kişf kir.

Têkiliya bi MÎT’ê re

Qeyda deng a tetîkkêş Omer Guney ê xwe berda nava tevgera Kurd, 3 roj piştî yekemîn salvegera komkujiya Parîsê, di 12’ê Çileya 2014’an de li înternetê hat belavkirin. Di vê qeydê de tetîkkêş bi du kesên ji servîsa îstîxbaratê ya Tirk, li ser plana kuştinê diaxivîn.
Tetîkkêş ku digot ew weke malbatî bi MÎT’ê ve girêdayî ne, ji telefona krîptoyî ya MÎT’ê dabû wî, behsa karên xwe yên li Parîsê, rê û rêbazên xwe yên tinekirina hedefên xwe, pere û çeka pêwîst a ji bo vê yekê dikir.
Tetîkkêş digot ew ê li parka wesayîtan a li binê komeleya Kurd a li Parîsê bikeve kemînê û yek ji hedefên xwe li vir tine bike. Du rayedarên îstîxbarata Tirk jî li ser rêyên revê û rizgariyê radiwestiyan. Tetîkkêş jî hesab dikir ku çeka ji bo cînayetê bikar bîne, ji Belçîkayê peyda bike.

Yên ew nas dikirin piştrast kirin ku dengê di qeydê de yê tetîkkêş e. Du roj piştî eşkerabûna qeyda deng, di 14’ê Çileyê de belgeya fermandayîna sûîkasta li hemberî Sakîne Cansiz, hat weşandin.


Demek tarî, meha cotmehê 


Di belgeyê de, wezîfedarekî îstîxbaratê yê bi navê Lejyoner, bal dikşand ser mailek di Cotmeha 2012’an de ji servîsa îstîxbaratê ya Tirk re şandiye. Di vê mailê de dihat gotin ku ji damezrînerên PKK’ê Sakînce Cansiz hatiye banliyoya Villiers-le-Bel.
Di belgeya ji îmzeya rayedarên MÎT’ê midûrê şaxê O. Yuret, Serokê Daîreyê Û.K. Ayik, alîkarê Serok S. Asal û Serok H. Ozcan de dihat gotin ku ji bo tetîkkêş Omer Guney ji bo “lêçûnên gengaz” 6 hezar Euro hatiye şandin û ji bo sûîkasta li hemberî Sakîne Cansiz jî, ferman jê re hatiye dayîn.
Di belgeyê de navê endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn jî derbas dibû û dihat gotin ku Sakîne Cansiz çend roj piştî binçavkirina Adem Ûzûn hatiye Parîsê.
Adem Ûzûn, di demeke kurt beriya maila Lejyonr ji îstîxbarata Tirk re şandî, di 6’ê Cotmeha 2012’an de bi operasyoneke sosret hatibû girtin.
Di dema lêpirsînê de komploya servîsên Fransa û Tirk ên li hemberî Adem Ûzûn derketibû holê, ji aliyê edaleta Fransayê ve em komplo hatibû piştrastkirin. Piştî ku lêpirsîn têk çû Adem Ûzûn di 9’ê Tebaxa 2013’an de ji girtîgehê derektibû. Edaleta Fransayê qebûl kiribû ku delîlên derheqê siyasetmedarê Kurd de bi awayekî “îllegal” hatiye komkirin.

Hevkariya serwîsên Tirk û Fransayê

Beriya Cansiz li lîsteya kuştinê were bicihkirin, di dema girtina Ûzûn de rewşeke balkêş a li ser hevkariya servîsên Tirk û Fransayê derketibû holê. Dadgerê lêpirsînê yê li dû operasyonên sansasyonel ên li hemberî Kurdan Thierry Fragnolî, di 1’ê Cotmehê de di emaiele ji Parîsê şand ji Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya li Enqereyê de, behsa xizmeta xwe ya li dijî PKK’ê ldikir.
Dozgerê Fransayê bersiv dida sûcdariyên Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan ên îdîa dikir ku welatên Rojavayî di mijara PKK’ê de alîkariyê nadin wan û dozger bi kêfxweşiyeke mezin digot, “Ji sala 2006’an û vir ve welatê herî zêde lê milîtanên PKK’ê hatine binçavkirin, darizandin, mehkûmkirin û girtin Fransa ye.” Tiştekî ecêb e, kesê yekane bersiv da nerazîbûna Erdogan Fragnolî yê Ewropî bû.
Fragnolî heman mail ji netewperestekî Tirk ê bi guman, ku pê re xwedî têkilî bû, şandibû. Ev mail di meha Kanûna 2012’an de ji aliyê Rojbîn ve hatibû peyda kirin. Dema mirov bala xwe didin van agahiyên ji dosya lêpirsîna der heqê komkujiya Parîsê de derketiye holê, tê dîtin ku tetîkkêş di navbera 1-3 Cotmehê de Enqere ziyaret kirin.
Balkêş e ku ev ziyaret jî li dema şandina maila Fragnolî rast tê.
Lewma rewşa bi guman a meha Cotmehê di navbera Tirkiye-Fransayê di sêgoşeya dadgerî-siyaset-îstîxbaratê de derket holê, li benda aşkerabûnê ye.
Di sala 2014’an de li eniya dadgeriyê, derbarê têkiliyênt tetîkkêş ên li Tirkiyeyê de pêşketinek rû da.
Dozgera lêpirsînê dimeşîne Jeanne Duye ji servîsên Fransayê xwest, ku tiştên ew derbarê komkujiyê de dizanin eşkere bikin.
Dozger Duye di Îlona 2014’an de, ji servîsên îstîxbaratê yên Fransayê xwest ku nepenîntiya li ser dosya bersûcê kuştinê Omer Guney rakin. Dozger xwest, nepenîntiya li ser dosyayên der heqê komkujiya li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê de bê rakirin.


Lêpirsîn li ber deriyê MÎT’ê asê dimîne 
Derheqê komkujiyê de hînê dozê destpê nekiriye. Hemû nîşane Enqereyê destnîşan dikin, lê belê li eniya Enqereyê mukurhatin û astengî bi hev re dimeşin. Partiya desthilatdar AKP û serkêşê wê Recep Tayyîp Erdogan ji komkujiya Parîsê “rêxistinbûyîna paralel” hevkarê xwe yê berê Cemaeta Gulen sûcdar dike.
Biryara nepenîtiya lêpirsînê ku li Tirkiyeyê ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê meşandin, di 20’ê Adara 2014’an de hat rakirin. Tevî vê yekê jî Enqere red dike ku agahiyên derbarê tetîkkêş de bi Parîsê re parve bike.
Dozgera Fransayê hem li welatê xwe hem jî li Tirkiyeyê li ber deriyê îstîxbaratê disekine. Servîsên îstîxbartaê yên her du welatan, red kirin ku tiştên dizanin aşkera bikin. Bi taybetî di lêpirsîna li Tirkiyeyê de navnîşana bingehîn MÎT e û destûr nayê dayîn ku ev lêpirsîn bigihêje MÎT’ê.


Gelo hucreyên razayî aktîf dibin? 


Yek ji lingê herî girîng ê lêpirsînê Elmanya ye. Tetîkkêj di nava sala 2011’an de ji Elmanyayê ket nava tevgerê. Têkiliyên xwe yên destpêkê li Elmanyayê danî.
Kesê ku li girtîgehê ew ziyaret kir, berê li Enqereyê hev du dîtibûn. Gelek caran Tirkiye ziyaret kir û her carê 3 rojan lê ma. Herî dawî di 19-21’ê Kanûnê de Tirkiye ziyaret kir û ev ziyaret bû mijara emaileke tê gotin ku ji Tehranê hatiye.
Ev mail yek ji pirsên girîng ên di lêpirsîna li Fransayê de ye. Di vê maila ku di 20’ê Çileya 2013’an de ji Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê re hat de, dihat ragihand ku tetîkkêş ji îstîxbarata Tirk re dixebite û derbarê ziyaretên wî yên dawî yên li Tirkiyeyê de deta dihat dayîn. Maila ji adresa IP ya Tehranê, ji hesabekî email ê Elmanya hatibû şandin.
Di xebatên îstîxbaratê yên dewleta Tirk ên li derveyî welat de, rewşeke nû piştî du salan dîsa li Almanyayê rû da. Di nava meha Kanûna 2014’an de, edaleta Alman 3 welatiyên Tirkiyeyê ji ber karên sîxuriyê girt. Hat ragihandin ku ev kesên mijara gotinê Mûhammed Taha G., Goksel G. û Ahmet Dûran Y. ne.
Hat îdîakirin ku Mûhammed Taha Gergerlîoglû yê 33 salî, AKP’yî ye û şêwirmendê berê yê Erdogan e. Li gorî agahiyên derketin holê, di hedefa van kesan de PKK hebû. Nayê zanîn ku plan çi bû, li dû provokasyoneke bi çi rengî bûn.
Li gorî van hemû agahiyan, li lingên Tirkiye, Elmanya û Franyayê, agahiyên tirsnak tên veşartin. Di Çileya 2014’an de plana reva ji girtîgehê ya tetîkkêş, girtina 3 kesan ji sîxurê li Elmanyayê nîşan didin, ku ev hucre hînê çalak in.
Komkujiya Parîsê li benda ronîbûnê ye, lê fikar hene ku provokasyonên nû rû bidin. Ev yek jî girîngiya ronîkirina komkujiya Parîsê û darizandina berpirsyaran radixe pêş çavan.

Her çendî ku îro 2 sal li ser komkujiya Parîsê re derbasbûn dibin, lê hê jî sûcdar nehatine girtin û cezakirin. 



MAXÎME AZADÎ/ANF/PARÎS