Dewleta Tirk desteserkirina şaredariyên Kurdan didomîne. Polîsên Tirk ên ku pêr danê êvarî dor li Şaredariya Licê ya DBP’yî girtin, heta duh danê sibehê li nava avahiyê lêgerîn kirin. Polîsan, di dema ku kes li avahiyê nebûn de, avêtin ser avahiyê û bi bendan dor li avahiya Şaredariyê û Qeymeqamtiya Tirk a li Licê girtin. Danê sibehê, dema xebatkar hatin Şaredariyê li polîsan rast hatin û bi gotina ‘li hundir lêgerîn heye’ destûr ji wan re nehat dayîn ku bikevin hundirê avahiyê.

Piştî vê amadekariyê, hat ragihandin ku Qeymeqamê Tirk ê li Licê Sînan Başak weke qeyûm li şaredariyê hatiye bicihkirin.

Li aliyê din li şûna Hevşaredarên Bêspîna Şirnexê, Qeymeqamê Tirk ê li Silopiyayê Savaş Konak weke qeyûm hat bicihkirin.

Hevşaredar Abdulgaffûr Ruzgar û Suheyla Bungul ên roja 7’ê Sibatê hatin binçavkirin, piştî sewqî Edliyeya Şirnexê  kirin û  bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" hat girtin. 


NAVENDA NÛÇEYAN