Bawerim ev hilbijartina serokkomarî ya ku li Tirkiyê destpê dike, bi her awayî nûjeniyeke jiyana civakê jî nîşan dide... Ev hilbijartin, ji her tiştî wêdetir, şêwazeke nû tîne rojevê.  Ev şêwaz, ez bawerim li Tirkiyê him cûdatiya siyasetê pîçekî pêşbixe, him jî tesîreke nû datîne li ser hişmendî, têgihîştin û fêrbûna civakê jî... Ji ber ku vêca hilbijartin, ne wekî hilbijartinên şaredarî an jî hilbijartinên wekîlan e, cara yekem e ku hilbijartineke xwedî şert û mercên cûda di rojevê de ye.

Cûdatiya vê hilbijartinê çiye gelo? Heta niha hilbijartin, ji bo bihêzbûna partî û tevgeran bû. Anko her partî ku tev li hilbijartinan dibûn, dixwastin li hin bajaran, li hin qadên dewletê hêza xwe zêde bikin û bi vî awayî bi siyaseta xwe ve di nav civakê de tevahî bihêz bin. Ev armanca hêzgirtinê, hin caran qirêjiya siyasetê ku di xwezahiya siyasetê de jî heye, vedişart. Alîgirên partiyan, ji bo armanca sereke ya siyasetê tevdigeriyan û kî çi dibêje bila bêje, hema ji bo armanca xwe xebat dikirin. Cûdatiya vê hilbijartinê jî di vir de derdikeve holê. Ji ber ku ev hilbijartina hanê, ne ji bo hêzek, taybet ji bo şêwazek û xwenîşandanek e. Her kî ku ji aliyê gel ve were hilbajartin, hewceye ku heza xwe ya siyasî na, hêza xwe ya mirovî, hunerî, zanistî û dilfirehiyê derbixe pêş. Bi vî awayî ji hemû ol, hemû nijad, hemû bawerî û hemû çandan re rêbuwaritiya xwe nîşan bide û bi civakê re ne tekiliyeke bihêzî, tekiliyeke aşitiyane damezirîne. Cûdatiya vê hilbijartinê ew e ku, heta niha li vî erdnigariyê şêwazeke siyaseta tirsxistina dilan hebû, siyaset bi vî şêwazê ve dimeşiya, lê îro pêva ev siyaset êdî emrê xwe xelas kiriye û lingekî xwe avêtiye li ser gora xwe. Êdî dema tevgerineke nû vedibe û ev dem jî li ser rêzgirtinê, li ser hevjiyanê, li ser xweşbînî û li ser qebûlkirina her însan û zindiyê ve didome. Hûn zêde bala xwe nedin ser ku li Rojhilata Navîn hin hêzên paşverû pêşdikevin û hukma şîdetê dişopînin. Ev yek bila çavên tu kesekî netirsîne. Ya ku di nav van gengeşiyan de li Rojhilata Navîn jî li Rojava jî dibiriqe, mizgîniya jiyaneke nû, ya binirx, ya bi rêz, ya bi rûmet, ji bo her kesî û her zindiyê, mizgîniya jiyaneke nû nîşan dide. Kurt û kurmancî, du heb xêz hene... Yek jiyana berê, yek civaka nû nîşan dide. Ya ku şîn dibe, nirx û mercên nû ye...Ji ber wê jî, ji bo gelê Rojhilata Navîn jî, ji bo gelê tevahî dinyayê jî şanseke nû heye ku careke din li ser wateya jiyanê, li ser wateya siyasetê, li ser nirxên dîrokî û li ser dînamîkên mirovahiyê ji nû ve bifikirin û li ser van fikran tevbigerin.
Ji ber wê, di vî hilbijartinê de hêz na, pere na, milk na, çek na, gotinên xweş û dilkêş na, şêwaz dê serbikeve... Kî bi şêwazeke mirovî, hunerî, bidilî, bi însanî tevbigere û jiyana xwe bi van nirxan ve têr bike, dê ew serbikeve. Anko jiyana nû, anko civaka nû dê serbikeve... Heke ew nebû, nirxên civaka berê, ya modernîst, wê heta demek dîsa bêhna xwe hilde û bijî, lê heta demek, ji ber ku bêhna jiyana nû, şînahiya şêwaza wê, li Rojhilata Navîn vêketiye lê ronahiya xwe dide hemû dinyayê...