Birayê biçûk ê sê xuşkan e. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistana gundê Kerbetilî bidawî kiriye, her wiha xwendina xwe ya amadeyî li bajarê Dirbêsiyê dîtiyê. Dema xwendina xwe ya amadeyî bidawî kir derbasî Enstîtuya Kompyûter li bajarê Hesekê bû, lê bidawî nekir. Tolhildan Bêrîtan Endamê Konferdrasiyona Wendekarên Kurd ên Welatparêz bû û gelek perwerdeyên siyasî dîtiye. Ji destpêka damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  herdû xwişkên wî Bêrîtan û Zelal tevlî erkê parastina xaka xwe bûn. Zelal û Bêrîtan di nava salekê de perwerdeyên leşkerî û siyasî dîtin û li hemberî êrîşên çeteyan beşdarî eniyên şer ku li gelek deverên herêma Rojava pêk hatin bûn.

Piştî xwişkan ew jî tevlî bû

Dema ku êrîşên çeteyan li dijî herêma Kobanê dijwar bûn banga seferberiya ji bo Kobanê hat ragihandin, birayê Zelal û Bêrîtan yê biçûk 'Tolhildan Bêrîtan' riya xwişkên xwe şopand û tevlî refên YPG'ê bû da ku rûmeta gelê xwe biparêze. Tolhildan sedemên tevlîbûna xwe di nava refên YPG'ê de wiha tîne ziman: "Min dest ji xwendina xwe berda da ku tevlî YPG'ê bibim. Li ser banga seferberiya ya ku YPG'ê ragihandibû, min dît ku berpirsiyaritî ji min jî tê xwestin ku li kêleka herdû xuşkên xwe parastina destkeftyên şoreşa welatê xwe û rûmeta xaka xwe bikin."

Parastin erka her kesî ye

Tolhildan destnîşan kir ku ji ber êrîşên li dijî kobanê, pêwîste her kes xwe li hemberî vê rewşê xwe berpirsyar bibîne. Tolhildan serbilindabûna xwe anî ziman û soza berdewamiya biryara xwe heta serkrftina gelê xwe da û bang li tevahiya ferdên malbata xwe kir ku tevlî YPG'ê bibin. Ji aliyê xwe ve xuşka Tolhildan a YPJ'yî Bêrîtan destnîşan kir ku ji hemû kesan ve tê xwestin ku xak û rûmeta xwe biparêzin. Bêrîtan da zanîn ku ew weke xuşk û bira bi tevlîbûna xwe  nava refên YPG bi rûmetê dibine.

ANHA/DIRBÊSIYÊ