
Bi boneya rizgarkirina welatiyên Asûrî ku çeteyên DAIŞ’ê di 23’yê sibata 2015’an de li herêma Til Temirê ya Kantona Cizîrê revandibûn, welatiyên xiristiyan ên katolîk ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, li Dêra Meryem a rojhilatê taxê merasîmekê olî ya tabyet organîze kirin.
Di merasîmê de pêkhateyên Kurd û Ereb jî amade bûn û merasîm bi sirûd û rêûresmên olî ji aliyê Katolîkan ve hate destpêkirin. Di merasîmê de rizgarkirina welatiyên ku xiristiyan ku çeteyên DAIŞ’ê revandibûn, hate silavkirin. Her wiha ji bo şehîdên ku xwe fedayî welatê xwe kirine, dûa kirin.
Piştî ku merasîmên olî bi dawî bûn, hin beşdarên merasîmê ji ANHA’yê re axivîn. Welatiya bi navê Marî Pangon ku ji pêkhateya Katolîk e diyar kir ku wan ev rêûresêmên olî bi boneya rizgarkirina welatiyên xiristiyan ku çeteyên DAIŞ’ê revandibûn li dar xistine û wiha got: “Em bi hêvî ne hikûmeta Tirkiyeyê jî Rêberê Mirovahiyê û gelên Rojhilata Navîn Abdullah Ocalan azad bike. Her wiha em bang li aliyên têklîdar dikin ku ji bo keşeyên xiristiyan ên hatine girtin bêne berdan, xebatên xwe zêde bikin. Em aştî û hezkirin ji tevahî welatiyên Sûriyeyê re dixwazin.”
Derbarê heman mijarê de welatiya bi navê Ebîr Mesrî ku ji pêkhateya Ereb e wiha got: “Beşdarbûna me ya merasîma birayên me yên xiristiyan nîşana jiyana hevbeş û hevgirtina hemû pêkhateyên taxê ye. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku Rêberê Aştî û Demokrasiyê Abdullah Ocalan di demeke lezgîn de azad bike.”
Welatiya bi nave Emîra Hac Bedir jî rizgarkirina welatiyên xiristiyan ji destên çeteyên DAIŞ’ê silav kir. Her wiha siyasetên AKP’ê li dijî gelê Kurd û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî kir ku ji bo azadiya Ocalan tevbigerin û ji bo rizgarkirina keşeyên xiristiyan ên hatine girtin xebatên xwe zêde bikin.”
ANHA/HELEB