Li paytexta eyaleta Elmanyayê Sachsenê (Saksonyayê) dêrên Frauenkirche û Kreuz Kirche careke din ji bo Rojava li zengilan xistin.
Ev cara sisiyan e ku ev her du dêr ji bo Rojava li zengil dixin û duayan dikin. Li ser daxwaza Foruma Kurdî Elmanî ya li Dresden (KDF) bi serokatiya Endamê Komîteya Karê Dîplomasiya Kurdistanî ya Hevbeş Younes Bahram ev hevkarî li gel serokatiya giştî ya ewqafên Dêrên katolîk ên li Sachsenê ev proje pêk tê.
Pêr êvarê ji bo duakirinê qewderê 1000 kesî amade bûn û wan li duayên ji bo Rojava guhdarî kir, wan jî dua kir. Ji bo duayê yekem car bû ku li dêra katolîk ewqas kes amade bûn û keşeyê dêrê Michael Zimmermann jî di dema duayê de îşaret bi vê yekê kir. Wî dagirkeriya dewleta Tirk û siyaseta Erdoganî bi hişkî şermezar kir. Wî wekî din got, divê ew rê û çalakiyên din bibînin ji bo pêşîgirtina li dagirkerî û talankeriya dewleta Tirk û got, “Li dijî kuştin û talankirina bi destê Erdoganî, dua tenê têrê nake.”
Peyama ji Desteya Olî ya Rojava a vîdyoyê ya endamên desteyê Şêx Mihemed û Şêx Cubêr jî hat nîşandan.
DRESDEN