Hindik maye ku arkeolog sira bajarê antîk Duluk ê bi 10 kîlometreyan dûrî Dîlokê, eşkere bikin. Li vî bajarê antîk ê 2500 salî, hemameke mezin a ku dişibe avahiyên wê serdemê û bazîlîka ji serdema destpêkê ya Xiristiyaniyê maye, hatin dîtin.

Pêşengê tîma arkeologan Prof. Dr. Engelbert Winter li Munsterê daxuyaniyek da û got, karê wan ê kolandinê li ber qedandinê ye.

Prof. Dr. Winter diyar kir, li vî bajarê ku di salên 300’ê yên Beriya Zayinê de çêbû û navê xwe yê din Doliche ye, şopên hemameke mezin a ji sedsala sêyemîn a Piştî mîladê hatiye çêkirin û Bazîlîka ji serdema destpêkê ya Xiristiyaniyê maye, hatine dîtin. Li gorî zanyarê Elman, mozaîkeke ji ber hemamê maye, hatiye dîtin.

Tê gotin, hemama ku li cihekî ji 2 hezar metreyên çarçik hatiye çêkirin, ne kêmî avahiyên serdema modern e. Hate eşkerekirin, hemama ku birkeke wê ya avjeniyê ya ji dema Romayê heye, xwedî sîstemekê ye ku ji binî ve tê germkirin. Hemam heta sedsala çaran ji aliyê gelê herêmê ve dihate bikaranîn.

Tê texmînkirin ku bazîlîkaya hatiye kifşkirin jî di sedsala heftan de ji ber erdhejekê xera bûye. Zanyarê Elman anî ziman ku Duluk navendek e ku pêwendiya xwe bi herêmên li bakurê Sûriyeyê re heye.

Di encama lêkolînên heta niha de, li Dulukê 2006 berhemên dîrokî hatin dîtin.

 

ANF/MUNSTER