Nazîfe Kaya endama rêxistina Proleteryaya Şoreşger e û yek ji wan sê çalakgeran ku di di doza dagirkirina navenda Metropol FM ê de bersûc dihat darizandin. Di rûniştina pêr ya li dadgeha li Tîergarten Str de bi 300 Euro cezayê pereyê ve hat cezakirin. Kaya bertek nîşanê biryara dadgehê da û got: “Dadgeh jî ya serdestan, e. Hiqûqa Ewropa jî durû ye.”
Her wiha Kaya derbarê doza Metropol FM de ji rojnameya me re wiha axivî: “Wek tê zanîn di wê demê de li Kobanê wehşet û barbariyeke mazin hebû, çar alî hatibû rapêçandin, bi hezaran mirov hatibûn kuştin. Jin hatin tecawizkirin û zarok hatin qetilkirin. Kobanê li cîhanê deng vedabû, destek her diçû zêde dibû, lê têrî nedikir. Me jî bi komeke hevalan re ji bo dengê Kobanê bigîhinin û bêtir balê bikişînine ser babetê, belavokek amade kir û bir radyoya ku bi Tirkî li Berlînê weşanê dike. Koma me ji Alman, Tirk û Kurdan tevlihev bû. Xebatkarên radyoyê êrîşê me kirin, gelek hevalên me birîndar kirin.
Ne babeta DAÎŞ‘ê û ne jî Kobanê girtin dest, bi tenê li ser dagirkirina cihwarekê sekinîn. Ez dibêjim eger DAÎŞ çalakiyeke wiha bikira, belkî nermtir nêzîkê wan bibûna.” Kaya herî dawî da zanîn ku bi êrîşa xebatkarên radyoyê ve helwesta wan a li hemberî Kobanê jî zelaltir bû.
Li Metropol FM ê çi qewimîbû?
Di 10’ê Cotmeha 2014’an de komek ji 15 kesan pêkhatî xwestibûn belavoka amade kirîn, li radyoya Tirkî Metropol FM’ê ya li Berlînê bidin xwendin. Lê xebatkarên radyoyê komê bi tundî û şîdetê pêşwazî kiribûn, gelek kes birîndar bûbûn, sê kes jî wek bersûc hatibûn girtin. Di encama dozê de Guleyşan Karaaslan û Nazîfe Kaya bi cezayê pere ve hatin cezakirin.