Durûtiya Konseya Ewlekariyê
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî doh biryar da, di deriyê Bab El Hewa re yanî deriyê Tirkiyê bi Sûrî re alîkarî derbas bibe. Di heman demê de destûr nehat dayîn di Deriyê Til Koçerê re alîkarî derbas bibe. Bi vî awayî jî Konseya Ewlekariyê piştevaniya dewleta Tirk û çeteyên wê dike.
Meclis ji 15 dewletan pêk tê. Sûrî, Rûsya û Çînê biryar veto kirin. Ev dengdayîna 5’an e ku meclis li ser mijarê di vê hefteyê de pêk tîne. Biryar wê heta salekê dewam bike.
Rûsya û Çînê xwest ku hejmara dergehan kêm bibe û bike yek da ku alîkariyên mirovî ji hundirê welêt bigihînin bakur û rojavayê Sûriyê.
Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava rewşeke zehmet de ne. Nexasim piştî ku Deriyê Til Koçer 2019an li alîkariya mirovî hat girtin. Herwiha Rûsya, Tirkiye û Îran hewl didin dorpêçê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin.
Pêdivî bi deriyê Til Koçer heye
Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê Ebdulrehman El-Îsa li ser venekirina deriyê Til Koçer (Yerûbiyê) got: “Hîna dewletên mezin deriyan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin. Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku bi awayekî aktîv bi civaka navnetewî re bikeve têkiliyê da ku makanîzmeyên rastîn ku herêmê ji Qanûna Qeyser biparêze, deynin.”
NAVENDA NÛÇEYAN