Li rojava û başur-rojavayê Tebqayê şer berdewam e. Di şer de 2 maşîneyên bombebarkirî hatin îmhakirin û 15 çete hatin kuştin.

Operasyna rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê  berdewam e. Ji şevê din ve li başur û rojavayê bajar şerên dijwar ranewestiyan.

Çeteyên DAIŞ`ê bi armanca astengkirina pêşveçûna şervanên QSD’ê, xwestin bi maşîneyek bombebarkirî êrîşî çeperên şervanan bikin. Lê berî ku maşîne bigihêje hedefa xwe ji alî şervanan ve hate îmhakirin. Di şerên dijwar de 15 çete hatin kuştin. Herwiha tevî termê 6 çeteyan, bêtêlek dijital, 4 keleş,  rextek û hinek belgeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Li eniya başur-rojavayê Tebqayê şervanên QSD’ê ji şevê din ve 2.5 Km pêşde çûn.

Li milê rojavayê Tebqa jî çeteyan bi armanca şikandina dorpêçê bi maşîneyek bombebarkirî xwestin êrîşî şervanan bikin. Lê şervanên QSD’ê ev maşîne jî teqandin û derbên giran li çeteyan dan.

Êrîşên ku di doh saet 06.00`ê sibehê ve destpêkiribûn derdora saet 10.00’an hatin şikandin. Di van kêliyan de şer li başûr-rojavayê Tebqayê di navbera gundên Ayid Kebîra û Ayid Saxîra de bi dijwarî berdewam e. Hat zanîn ku şervanan gundê Ayid Saxîra ji milê rojava ve xistine çembere û bi pêşve diçin.

Duryana Reqa-Şamê kontrol kirin

Şervanên QSD’ê piştî ku êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li aliyê rojavayê Tebqayê şikandin, duryana Reqa-Şamê xistin bin kontrola xwe. Çeteyên DAIŞ’ê ku li navenda Tebqayê ji ber dorpêça hêzên QSD’ê asê mane, ji bo ku dorpêçê ji ser xwe rakin, li rojavayê bajarokê êrîş pêk anîn. Li hemberî êrîşa ku çeteyan bi çekên giran pêk anîn, hêzên QSD’ê bersiva tund da û êrîş têk bir.

Pevçûnan pêr di saetên nîvro de destpê kirin û heta saet derdora 18.00’an dom kirin. Di pevçûnên ku çeteyan derbeyên giran xwarin de şervanên QSD’ê pêşveçûna xwe domandin.


Bi sedan sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê operasyonê dimeşînin, gelek gund û bajarok ji çeteyan rizgarkirin. Şervan her roj bi dehan malbatan ji nava lepên çeteyan derdixînin û li herêmên ewle bi cih dikin. Şervanên QSD’ê duh 160 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in ji çeteyan rizgar kirin. Endamên Rêxistina Doktorên Sînornenas, li rojavayê Tebqayê navendeke tenduristiyê vekirine û li vê derê tedawî û kontrola tenduristiyê ya koçberan dikin. Şervanên ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de her bi pêş ve diçin, heta roja îro bi hezaran sivîl rizgar kirine û derbasî qadên ewle kirine. Şervanên QSD′ê şêniyên bajarê Reqqayê ku ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ′ê direvin, pêşwazî dikin û li cihên bi ewle bi cih dikin. 


 REQA