Li gorî agahiyên ji malpera Kelam El-Yewm hatin wergirtin, piştî ku roja înê komeke çekdar mezinê Şêxên herêma Siwêda Wehîd El-Belûs li ser riya Dehir El-Cebel hedef gir û tevî 7 kesên din qetil kirin. Rûspiyên herêmê û gel ji bo vê yekê hêzên rêjîmê tewanbar kirin û gotin ku li pişt êrîşê rejîm heye.

Rûspiyên herêmê li hev civiyan û bi daxuyaniyekê rêveberiya xweser îlan kirin. Di daxuyaniya rûspiyên herêmê ku bi navê Rîcal El-Kerama (Zilamên Rûmetê) de hate gotin ku Şêx Refet El-Belûs wekî rêveberê herêmê hate erkdar kirin, her wiha herêma Çiyayê Ereban a Siwêde wekî herêmeke rizgarkirî ragihandin û hêzên ewlekariyê ji herêmê hatin derxistin.


Xwe bi xwe biparêzin

“Zilamên Rûmetê” yên Durziyan ewlekariya herêmê girtin ser xwe û dest bi parastina riyên  herêmê kir. Rûspiyên herêmê destnîşan kir ku hemû saziyên sivîl û xizmetan wê di bin rêveberiya xweser de karê xwe bidomînin û desteyên demî wê ji bo parastina saziyan û ewlekariya herêmê bêne avakirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku Desteya Demî ya rêveberiyê bi komên çekdar ên li herêmê re bikeve nava têkiliyan, sîstema parastinê wê bi rêxistin bike û hemû herêmên di bin destê hêzên rêjîmê de paqij bike.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hemû gelê Siwêda hate kirin da ku vegerin û di parastina herêmê de cihê xwe bigirin.

Parêzgeha Siwêda li başûrê Sûriyê ye û piraniya şêniyên wê ji pêkhateyên durzî ne, di pêngava şoreşa gel a Sûriyê de heta niha ti aloziya cidî li Siwêda pêk nehatibû, di demên dawî de li herêmê hewldanên xwe rêxistinkirinê dihatin kirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN