Li Kantona Kobanê di bin dirûşmeya ′Bi hezkirina ziman û nasnameyê, em ê zimanê Kurdî bikin navgîna pêşxistina fikir û xebatê′ 2′yemîn konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) doh dest pê kir.

2′yemîn Konferansa Saziya Zimanê Kurdî bi beşdariya 250 mamosteyên Kobanê, Girê Spî, Sirîn, Minbic û mêvanên ku ji Kantona Cizîrê li salona Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê dest pê kir. 

Seroka Desteya Perwerdeyê Nesrîn Kenan, Cîgirê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM′ê Ferhad Dêrik û bi dehan Endamên saziyên Sivîl ên Kantonê, beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Saziya Zimanê Kurdî bixêrhatina beşdaran kir û lidarxistina konferansê li wan pîroz kir.

Ji bo rêvebirina xebatên konferansê, 5 endamên saziyê hatin hilbijartin. Dema ku me nûçe amade dikir, konferans dewam dikir. 

n ANHA/KOBANÊ