Hevseroka Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) Îlham Ehmed got di hevdîtinan de DYA helwestekî weke ya alîgirê koma Riyadê nîşa dide û diyar kir ku ger Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji derveyî hevdîtinan bên hiştin, wê ev nêzikatî û çavdêrî bibin sedem ku têkiliyên xwe di berçavan re derbas bikin. 

Ehmed diyar kir ku hîna li ser wê kî tevlî civîna ku di 25’ê Çileyê de li Cenevre 3 pêk were bibin û der barê bernameya çareseriyê de lihevkirinek çênebûye û wiha dewam kir; “Hemû civînên li ser vê yekê hatin kirin de ti encamek derneket. Yên ku heya niha tevlî bûne, nûnertiya tevahî gelên Sûriyeyê nekirin. Her çendî aliyên pratîk dibêjin em biryarên civîna Viyana û Cenevre 1 ji bo xwe bingeh digirin jî, lê di pratîkê de wiha nîne. Di pratîkê de tiştên cûda tên meşandin.”

Îlham Ehmed got aliyên ku beşdarî civîna Viyana û Cenevre 1 bûn hesaban dike û wiha axivî: “Weke hesabên ka ez dikarim çiqas desthilata xwe çêbikim. Hesabên weke bi rêya vê civînê dikarin çiqas armanca daxwazên xwe pêkbînin tên kirin. Aliyê rejîmê jî û aliyê mûxalefetê jî wisa ye. Ji ber vê yekê heya niha ti encamek derneketiye.”

 

‘Hevkirineke tam nîne’

 Ehmed diyar kir ku yek ji xalên herî giring ên cudakariya nêrînan hebûna du nêrînên ka wê kî tevlî civînê bibe ye, yek ji van nêrîna koma Riyadê ya ku DYA jî alîgire û nêrîna din jî ya ji aliyê MSD’ê ve tê pêşniyarkirine. 

Ehmed di dewama axaftina xwe de wiha got; “Lîsteyek a her aliyek ji bo tevlîbûna civînê lîsteyek li gor wan a navan heye. Der barê van navan de li hevkirinek tam nîne. DYA dibêje; ‘Riyad bingehe, yên ku tevlî lîsteya mûxalefetê bibin divê wan qebûl bikin’. Helwesta din ya ku me daye pêş nêzikatiya ‘civîn ne bi şandeke mûxalefetê, dikare bi du şandeyan bê destpê kirine’. Ger ev çênebe jî şandeya ku weke şandeya mûzakerayan tê binavkirin, ‘nîv nîv tevlîbûna wê’ jî pêşniyara me ye. Me ev ji DYA, Rûsya û hemû aliyan re jî got. Ku weke pêşniyar bê qebûlkirin û dest bi mûzakerayan bê kirin.”


‘Rol dikeve ser milê DYA’yê’

 Hevseroka Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) Îlham Ehmed bi bîr xist ku DYA’yê di şerê li Sûriyeyê dewam dike de bi  QSD’ê re dinava îtifaqê deye û wiha got: “QSD’ê li Sûriyeyê hêzek ku li gel DYA û hêzên koalîsyonê îtifaqê dimeşîne ye. Lê divê ev têkilî di aliyê fermî de bên temamkirin. 

Di vê de jî biteybetî rol dikeve ser milên DYA’yê. Lê tersê wê, ger Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji dervey hevdîtinan bên hiştin, ev nêzikatî, girtina dest wê bibe sedema têkiliyên xwe diber çav re derbas bikin. Ji neçarî wê hinek hesab bên kirin.”


‘Bêyî Kurdan encam nagire’

Ehmed di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê û civîna Cenevre de bal kişande ser rola Kurdan û wiha axivî; “Her civînek bê Kurdan bê kirin wê encam negire” 

Îlham Ehmed got, şerê heta niha hatiye meşandin li ser desthilatdariyê bû û wiha pê de çû: “Lê pirsgirêka Kurdan ne pirsgirêka desthilatdariyê ye. Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêkek çareserî, demokrasî û edaletê bû. Kurd ji bo tevahî gelên Sûriyeyê têkoşîna edalet û wekhevî dimeşînin. Lê yên din ku hinek ji wan ji bo li cihê Esed rûnin ser kûrsiya wî têdikoşin.” 

 

 ROJNEWS/SILÊMANΠ





'Bila MSD beşdarî Cenevre 3 bibe'


Endamên Parlamentoya Ewrûpayê ji Komîseriya Bilind a Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlehiya Yekîtiya Ewrûpayê daxwaz kirin ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî beşdarî Cenevre 3 bibe.  

Endamên Parlamentoya Ewrûpayê yên partiyên Kesk û Eniya Çep Marie Christine, Vergat Maraetj, Fabio Massimo Castaldo, Barbara Lohbahler û Joseph Vaidnhuser di 18’ê Çile de li ser navê koma xwe ji Komîsera Bilind a Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê Federica Mogherini re peyamek şandin. Di peyama xwe de daxwaz kirin ku xwedî li nêrîna Meclîsa Sûriyeya Demokratîk derkeve da ku şandeyeke pêşketî û demokratîk ji bo danûstandinên aştiyane yên Sûriyeyê were avakirin.


Di nava MSD’ê de 22 partî heye

Di peyama parlamenterên Parlamentorya Ewrûpayê de hat gotin ku di nava Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de 22 partî û rêxistin hene û wekî sîwaneya siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tê dîtin.

Di peyamê de her wiha hat gotin ku pêwîste aliyên ku parastina projeya demorkatîk dikin û li hemberî şerê rêjîmê û radîkalan li ber xwe didin beşdarî Cenevre 3 bibin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN