Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û kolaîsyona navneteweyî ku piştgirî dan dagirkeriya dewleta Tirk a Cerablûs û Dabiq vê carê piştgirî nedan hewldana dewleta Tirk a dagirkirina Babê. Berdevkê operasyonê yê DYE’yê Albay John Dorrian ragihand ku ew destekê nadin Tirkiyeyê û leşkerên xwe yên ji herêmê vekişandine. 

Rewşa nazik a Babê ku cihekî stratejîk e di navbera Minbic, Efrîn, Cerablûs û Helebê de didome. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi talankirina gundên herêmê re gihiştin bajarokê Qebasînê, niha jî hewl didin bikevin Babê. Li aliyê din hêzên girêdayên Meclîsa Leşkerî ya Babê bajarokê Arîma derbas kir û ber bi Babê ve tevgera xwe didomîne. Ji aliyê Helebê ve jî amedakariyên artêşa Sûriyeyê yên derbarê Babê de dest pê kirin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ku êdî nema desteka koalîsyonê û DYE’yê digirin du roj in nikarin balafiran jî rakin. 


Xezeba Firatê di roja 14. de ye

Operasyona bi navê Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo paqijkirina derdora Reqayê ku ji aliyê QDS’ê ve bi desteka koalîsyona navneteweyî tê meşandin berdewam dike. Di çarçoveya avakirina bingehê rizgakirina Reqayê ji DAIŞ’ê de gelek wargeh hatin rizgar kirin û hêzên QSD’ê yên bi pêşengiya YPG’ê-YPJ’ê gav bi gav nêzî Reqayê dibin. Hat hînbûn ku baskê Eyn Îsa 26 kîlometreyî, baskê Şirîn jî 17 kîlometreyî nêzî Reqayê bûye. 


Li ber Babê rawestiyan

Piştî ku QSD’ê û pêkhatiyên wê ragihandin ku ewê ji bo Babê şer bikin û destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha piştî ku DYE’yê desteka hewayî rawestandan arteşa Tirk û çeteyên girêdayî wê piştî radestkirina Qebasînê ku ketin sînorê Babê li cihê xwe rawestayî man. Meclîsa Leşkerî ya Babê di du rojên dawî de gelek gund rizgar kirin û kete pêşiya artêşa Tirk û çeteyên wê. Niha jî hêzên Meclîsa Leşkerî ya Babê ber bi navenda Babê ve bipêş dikevin. Li aliyê din rejîma Sûriyê jî tevî şerê dijwar ê li Helebê niha amedakariya xwe ji bo Babê jî dike. 


DYE’yê bi fermî ragihand

Wezareta Parastinê ya DYE’yê Pentagon helwesta xwe ya derbarê Babê de bi daxuyaniyeke fermî ya ji rayagiştî re aşkere kir re, nîşan da. DYE’yê ragihand ku ew plana dagirkerina Babê ji aliyê Tirkiyeyê ve destek nakin. Berdevkê Operasyona Biryardariya Xweser a li dij DAIŞ’ê Albay John Dorrian ku li Bexdayê pirsê rojnamevanan bersivandin têkildarî hewldana Tirkiyeyê ra dagirkirina Babê de wiha axivî: “Heta niha me destek neda (artêşa Tirk) ku ber bi Babê ve bipêş bikeve. Me di asta êrîşên hewayî de destek da Artêşa Tirk da sînorê xwe ji DAIŞ’ê paqij bike. Çûyina ber bi Babê ve biryara wan e. Lê belê ne operasyoneke ku hêzên koalîsyonê destekê bidinê. Em difikirin ku hemû operasyonên li Sûriyeyê yên li dij DAIŞ’ê tên meşandin ji terefê hemû aliyan ve werin koordine kirin. Lê ev tiştekî ku ew bi serê xwe dikin e. Tişta ku em niha dixwazin ew e ku li ser DAIŞ’ê kûr bibin û bi rakirina nakokiyên di mijara koordinasyonê de pilanekê bipêş bixin.“

Dorrian her wiha ragihand ku hin hêzên taybet ên di nav artêşa Tirk de li dij çeteyan hevkariyê bikin jî paşve kişandine. Berdevkê Emerîkî dubare kir ku ew dixwazin bi Tirkiyeyê re bixebitin. 


Bersivên zelal nedan

Berdevkê DYA’yê Albay John Dorrian pirsên berfireh ên derbarê mijara Babê de bi şêwazekî zelal nebersivandin. Di civîna çapemeniyê de ev pirs û bersiv hatin kirin:

Pirsa, “Hûn operasyona Tirkiyeyê ya li dij Babê çawa dibînin?“ bi wiha hate bersivandin: “Mîna koalîsyonê em ne di nav de ne, ev biryara wan e.”


Mîna koalîsyon em destek nakin

Rojnamevenekî din jî pirsa, “Li gor min fahm kir hûn li dij vê operasyonê ne, mijareke siyasî mijara gotinê ye“, Dorrian bi erêkirina pirsê bi sînor ma. Rojnamevekî din jî heman pirs a, “Hûn operasyona Tirkiyeyê ya dij Babê destek nakin?“ careke din dûbare kir û got, “Mîna koalîsyon em destek nakin“. Li ser vê yekê heman rojnamevanî vê carê jî pirsa, “Çima hûn destek nakin“ kir. Dorrian got, “Li Sûriyeyê divê hemû operasyon bi koordineya koalîsyon û hevkarên wê pêk werin.“ Dîsa pirsa “Heger Bab di bin kontrola DAIŞ’ê de be çima hûn Tirkiyeyê destek nakin“ kir û Dorrian got, “Hevdîtinên dîplomatîk, ez detayan nizanim.“

Pirsa rojnamevan Tolga Taniş a, “Li Cerablûsê we Tirkiye destek kir, we kengî ev destek rawestand. Gelo lîmîtê we yê 20-25 km ji sînor heye“ kir. Berdevkê Emerîkî ev pirsî wiha bersivand: “Min fahm nekir çima hûn vê pirsê dikin lê ev mijareke ku divê di navbera me û Tirkiyeyê de bimîne, ji ber rewşa ewlekariyê ezê bersivê nedim.“


Rayedarê Pentagonê agahî da

Rayedarekî Pentagonê ku ji rojnamevan Tolga Taniş re axifî destnîşan kir ku desteka wan a ji bo Tirkiyeyê ji 24’ê Tebaxê ku operasyona li dij Cerablûsê destpêkir ve didome. Rayedar ragihand ku li gor DYE’yê ev operasyon gihişte armanca xwe lê belê heger artêşa Tirk hewl bide bikeve Bab a 30 kilometreyî dûrî sînor û herêmên jêrtir ewê destekê nedin. Heman rayedarî diyar kir ku avakirina xeteke 20 kilometreyî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve têrê dike û ji wê zêdetir pêşveçûna Tirkiyeyê wê zirarê bide têkoşîna li dij DAIŞ’ê. 


Girêka şerê Sûriyeyê 

Bab li bakûr-rojhilatê Helebê ye 30 kilometreyî nêzî sînorê Tirkiyeyê. Ev bajar ê di bin kontrola DAIŞ’ê de di navbera Tirkiye-Heleb û Kobanê-Efrînê de asteng e. Piştî ku Minbic hate rizgar kirin dewleta Tirk bi desteka koalîsyonê kete tevgerê û Cerablûs ji DAIŞ’ê dewr girt û ji vir xwe gihande Rai û Dabiq ê. Lê belê dewleta Tirk diyar kir ku ewê bi vê yekê bisînor nemîne û di hedefa wê de Minbic, Reqa û Şengal jî heye. Her wiha ji bo vê yekê çek, wesayitên zirxî û hêzên taybet ên li Rojava zêde kirin. Her wiha ber bi Babê ve kete tevgerê û gundên herêma Şehba bûn hedefa wê û hatin talan kirin. Di rewşa heyî de dewleta Tirk, rejîma Sûriyeyê û QSD dixwazin Babê bixin bin kontrola xwe. 

 NAVENDA NÛÇEYAN