Ji Berdevekên Wezareta Derve ya DYA’yê Mark Toner, hewldana Tirkiyeyê ya ji bo avakirina herêma tampon an jî korîdora mirovan a li ser sînorê Sûriyeyê nirxand . Toner diyar kir ku hewldana avakirina herêma tampon hewldanek pir aloz e û pêkanîna vê yekê pir zor e. Toner got; “Bi rastî jî em dixwazin li hemû nêrînên ku di vê mijarê de hatine destnîşankirin guhdar bikin, lê tişta ku em dixwazin bibînin û bala xwe didin ser agirbest e û alîkariya însanî ya li herêmê ye.”
Toner der barê pêşniyara “korîdora alîkariya însanî” de jî got; “Ji ber naveroka operasyonên bi vî rengî û her weha zor û zexmetiyên van operasyonan em her tim dixwazin li alternatîfên cuda bigerin. Bi rastî jî zorî û zehmetiyên gelek mezin hene. Lê tişta ku niha bala me li ser e, Plana Annan e.”


NY: Hêjmara çavderan kêm e
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-Moon ragihand ku li gorî agahiyên wan ji çavdêrên NY ên li Sûriyeyê wergirtine, bi awayekî giştî alî li gorî agirbesta ku ji roja yekşemê ve ketiye meriyetê tevdigerin. Ban Kî-Moon da zanîn ku pêwîstî bi heyetek mezintir a çavdêran heye û bal kişand ku 250 çavdêrên ku hatine wezîfedarkirin kêm in.

Sûriye: Em ê bersîv bidin êrîşan

Di vê navberê de hikûmeta Sûriyeyê jî di televîzyona dewletê ya fermî de daxuyaniyeke balkêş da û  ragihandin ku ew ê li hemberî komên çekdar mafê xwe yê bersivdayînê bi kar bînin û êrîşên wan hêzan bê bersiv nehêlin.
Li gorî avkaniyên leşkerî ji dema ku agirbest hatiye îlankirin û vir ve li ser sivîlan, noqteyên leşkerî, kargeh û malên giştî êrîşên komên çekdar zêde bûne û heta niha zêdetirî 60 caran agirbest hatiye bin pê kirin.

ANF/WASHINGTON 




Kurdan înkar dikin

Ji hêzên mûxalefetê yê Sûriyê, Serokê Konseya Niştimanî ya Sûriye(ENS), ku wekî meclisa Stenbolê jî tê binavkirin, Dr. Burhan Xeliyûn, diyar kir ku li Sûriyeyê tiştek bi navê ´Kurdistana Sûriyeyê´ tune. Xeliyûn diyar kir ku sîstema federal ku hin alî li Sûriyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd destnîşan dikin xeyal e.
Xelyûn, di hevpeyvîna xwe ya di Rûdawê de anî ziman ku ENS ne federalî ne jî xweserî, ti şêweyê sîstemeke ne navendî ya siyasî ji bo Sûriyeyê qebûl nake. Tevî ku li Rojavayê Kurdistanê herêmên ku Kurd lê dijîn hene, Xelyûn ev ji nedîtî ve hat û îdîa kir ku ti herêm nînin ku piraniya niştecihên wê kurd bin.
Ji bo çarserkirina pirsa kurdî li Sûriyeyê Xelyûn sê xalan destnîşan dike: Pejirandina mafên neteweyî ên gelê kurd li Sûriyeyê û rakirina encamên zilma li ser Kurdan û dayina tezmînatan ji bo goriyan; misogerkirina mafê fêrbûna zimanê kurdî û pêşxistina  çand û hunera kurdî; sîstema ne navendî ya îdarî ji bo Sûriyeyê.
Li gor Xeliyûn, kurd wê li herêmên ku lê dimînin xwe bi xwe îdare bikin, lê biryarên siyasî li Şamê were wergirtin”.