Kanala televizyonê ya Emerîkî CNN’ê îdîa kir ku rêveberiya Emerîkayê (DYE) teklîfa, ku plansaziya wê dihate kirin, pergala berevaniya hewayî ya Patriotê bifiroşin Tirkiyê, bi fermî betal kiriye.
Di nûçeyê de hate gotin, rayedarekî ji Wezareta Karên Derve ev agahî daye. Li gorî çavdêrên eskerî û siyasê, ev ‘bersivek e’ ku DYE û NAT dide Tirkiyeyê, li dijî kirrîna sîstemên Rûs ên berevaniya hewayî yên S-400’î.
WASHINGTON