Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) lîderê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad hişyar kir û got, êrîşê nebe ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).

Ji Serokatiya Fermandariya Giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) general Kenneth McKenzie rejîm hişyar kir da ku êrişeke li dijî Emerîka yan jî hêzên hevalbendên wê, wê bibe ‘polîtîkayeke gelekî nebaş’.

McKenzie di civîna çapemeniyê de li ser daxuyaniyên Beşar Esad ên di qenala Russia Today de hatin weşandin, axivî. Esad gotibû, “Yekane pirsgirêka ku maye Hêzên Sûriyeya Demokratîk e.” Esad gef xwaribû ku dikare li dijî QSD’ê hêzê bi kar bîne.

Kenneth McKenzie hişyarî kir û got, “Divê hemû aliyên li Sûriyeyê fêhm bikin ku êrişa li dijî hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka yan jî partnerên me yên li Koalîsyona Navneteweyî wê bibe polîtîkayeke gelekî nebaş.”

Rejîma Esad ku tevî Rûsyayê di serî de Îdlib û Efrîn gelek herêm ji Tirkiye û cîhadîstên wê re hiştine, bi daxuyaniya xwe ya dawî, careke din eşkere kir ku kengî firsendê bibîne wê êrişî Kurdan bike.

Hêzên rejîmê par êrişî hêzên QSD’ê kiribûn. Balafireke rejîmê ku par li Tebqayê êrişî hêzên QSD’ê kiribû hatibû xistin. Îsal jî li Dêra Zorê hêzên rejîmê êrişî QSD’ê kiribûn û bi dehan çekdarên rejîmê hatibûn kuştin.

 WASHINGTON